HSDê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta Tirk berpirsiyarê êrişên li dijî bendava Tişrînê, komkujiyan û zirarên ji ber wê çêdibin e û banga hestiyariyê li raya giştî ya navneteweyî kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî nobedarên li Bendava Tişrînê de daxuyaniyek da.
Daxuyaniya HSDê wiha ye:
“Du roj e balafirên şer û bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker nobedarên li Bendava Tişrînê ya başûrê Minbicê ku ji bo rawestandina êrişên Tirkiyeyê û komên wê yên çete li bendavê ne hedef digirin. Heta vê kêliyê 6 sivîl şehîd bûne û gelek jî birîndar bûne.
Em vê êrişa hovane şermezar dikin. Berpirsiyariya xisarên ku ji ber êrişan li bendavê çêdibin dewleta Tirk a dagirker û serokê wê Erdogan e. Her wiha ew berpirsiyarê tevahî sûcên şer ên li dijî welatiyên li herêma bendavê û herêmên din in jî.
Em bang li civata navneteweyî dikin ku li hember sûcên Tirkiyeyê yên ku ev demeke li dijî gelê me pêk tîne û herî dawiyê li bendava Tişrînê komkujî pêk anîn, ji bêdengiyê derkeve.”