Hêzên Sûriyeya Demokratîk bîlançoya komkujiya 2 rojên dawî aşkere kir û diyar kir ku Di 2 rojên dawîn de Dewleta Tirk 14 welatî kuştin û zêdetirî 30 kes jî birîndar kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) der barê êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî gund û bajaran pêk anîne de daxuyaniyek da. HSDê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Dewleta Tirk di van du rojên dawîn de li dijî sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sê komkujî pêk anîn. HSDê da zanîn ku di 27ê çileyê de li gundê El Cemas ê gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê di topbarana li ser gund de komkujiyek pêk hat û got: “Di encamê de di nav de 2 zarok 3 kes şehîd bûn. Di 28ê Çileyê de jî dewleta Tirk a dagirker gundê Um Heremlê yê Zirganê topbaran kir, di encamê de komkujiyeke din pêk hat, di nav de zarokek 3 kes şehîd bûn û 9 jî birîndar bûn. Beriya çend saetan jî balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker sûka gel a li bajarê Sirînê bombebaran kir û komkujiya sêyemîn pêk hat, di encamê de 8 sivîl şehîd bûn û 20 kes jî birîndar bûn.
HSDê di daxuyaniya xwe de got ev komkujiyên ku bi wêneyên hatine belgekirin ne tenê Dewleta Tirk lê bêdengiya civata navneteweyî li hember sûcên li dijî herêmê tên kirin şermezar dike.
SÎHA li Tişrînê 6 welatî kuşt
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê ku ajansa ANHAyê bi dest xistine, 6 kes hatin kuştin
Ji 8ê çile heta 27ê çile 21 welatî kuştin
Ji 8ê çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan, dest bi çalakiya nobetê kirin. Ji 8ê çile heta 27ê çile di 20 rojên ewil de Dewleta Tirkiyeyê bi SÎHAyan 21 welatî kuştin û zêdetirî 203 jî birîndar kirin.
Di roja dawî de jî 14 welatî kuştin û 30 welatî birîndar kirin.