Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê bîlançoya 23yê Çile ya çalakiyên li dijî artêşa Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya çalakiyên xwe duh belav kir.
HSDê di daxuyaniyê de ev agahî belav kir: “Şervanên me di çarçoveya bersivdayînê de, duh çalakî li dar xistin. Çalakî li gundê Hoşeriyê yê Minbicê û gundewarên bajarê Dêr Hafirê li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker hatin lidarxistin. Di encama çalakiyan de 9 çete hatin kuştin û 11 çete birîndar bûn. Hêzên me li gundê Etşana yê li başûrê Minbicê jî çalakî li dijî kombûn û erebeyên çeteyan li dar xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tesbîtkirin. Ev çalakî di çarçoveya mafê rewa yê bersivdayînê yê li dijî êrişên bejahî û hewayî yên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin lidarxistin.”