HSDê daxuyand ku hêzên wan li derdora Bendava Tişrînê bersiva jêdera êrîşa bi dronên xwekuj ên komên hikûmeta veguhêz da.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyek diyar kir ku komên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li derdora Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiva êrîşa dronên xwekujî da.
Di daxuyaniya HSDê de wiha hat gotin: “Bi rageşiyek xeternak û berdewama siyaseta tevliheviya ewlehî û aramiyê, komên ˋSultan Murad, ˋSutlan Silêman Şah/Emşat û ˋHemzat ên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikûmeta Şamê, saet 11.00an, danê nîvro bi 2 dronên xwekuj êrîşî avahiya derdora Bendava Tişrînê kir. Lê tu şervanên me birîndar bûn.
Saet di 16.00an berêvara îro de jî, careke din heman koman Girê Seyriatelê yê li derdora Bendava Tişrînê bi 2 dronên xwekuj hedef girtin, lê tu birîndarî çênebûn.
Li beramber van êrîşên dubare, hêzên me di çarçoveya mafê parastina rewa de di cih de bersiv da jêdera bikaranîna dronên xwekuj. Hêzan erebeyek leşkerî ji cureya “toyota” û nuqteyek leşkerî ya van koman topbaran kir, di encamê de endamên wan koman birîndar bûn.”












