• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
31 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 31ê ADARA 20206an

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

    Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê hate binçavkirin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 31ê ADARA 20206an

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Li Kobanê piştî 14 salan 2 malbat li hev hatin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

    Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

HSD: Li Dêrazorê 6 DAIŞî hatin girtin

Navenda Nûçeyan / Aw

24 KANÛN 2025 - 19:09
Kategorî: ROJANE
A A
HSDê ragihand ku li rojavayê gundewarê Dêrazorê operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyeke xeternak li dar xist, di encamê de 6 çete hatin girtin û erebeyek bombebarkirî hat bêbandorkirin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihandin li gundewarê rojavayê Dêrazorê 6 çeteyên DAIŞê hatin girtin û erebeyek bombebarkirî hat bêbandorkirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên berdewamê yên ji bo serdegirtina şaneyên rêxistina “DAIŞ” a terorîst de, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) û Hêzên Komandos ên girêdayî HSDê, bi piştgiriya yekser a Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, roja yekşema borî, operasyoneke ewlehiyê li gundewarê rojavayê Dêrazorê li dar xist.

Di encama operasyonê de erebeyeke bombebarkirî ya ku ji bo pêkanîna karekî terorane hatibû amadekirin, hat bêbandorkirin û ferdên şaneyeke terorîst ku ji 6 kesan pêk tê, bêyî tu zirar bi hêzan bibin, hatin girtin.

Navên terorîstên hatine girtin wiha ne:

Mihemed El Ubeyd (Ebî Usame/Ebî Îsrai).

Xidir El Ubeyd (Ebî Ewad).

Îbrahîm El Ubeyd (Ebî Îyad).

Hisên El Elî.

Ebdulhimêdî El Nasir (Ebî Deham).

Xelef El Hesen (Ebû Nûredîn)

Li gorî lêpirsînên destpêkê, terorîstan li xwe mikur hatin ku wan madeyên teqemeniyê ji şaneyên girêdayî wan re vediguhastin û belav dikin, li kêlek wê jî mayîn çêdikirin û erebeyên bombebarkirî amade dikirin, da ku êrişên terorane li herêmê pêk bînin. Terorîstan îtîraf kir ku wan nuqte û cihên leşkerî yên hêzên me, rûspî û saziyên xizmetguzariyê hedef girtine.

Lidarxistina vê operasyonek girîng e, ku êrişeke terorane ya xeternak ku li dijî herêmê dihat plankirin hat têkbirin. Li kêlek wê jî vê operasyonê rê li pêş windahiyên mirovî û zirarên li dijî binesaziyan girt.

HSDê diyar kir ku hişyariya ewlehiyê wê di astên herî bilind de bimînin, em tevahî tevgerên biguman ên şaneyên rêxistina “DAIŞê” ya terorîst û tevgerên girêdayî wan dişopînin û çi êriş an jî gefên li dijî ewlehiya herêmên me yan jî li dijî sivîlan wê rastî bersivên tund werin.”

Etîket: DAIŞDêrazorHSDoperasyon
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rêveberê DYAyî yê ku îstifa kir: Me El Qaîde û DAIŞ wekî hêzên wekîl bi kar anîn

Rêveberê DYAyî yê ku îstifa kir: Me El Qaîde û DAIŞ wekî hêzên wekîl bi kar anîn

21 ADAR 2026
Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

20 ADAR 2026
Li Dêrazorê gorên şervanan hatin xerakirin

Li Dêrazorê gorên şervanan hatin xerakirin

16 ADAR 2026
HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

10 ADAR 2026
Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

4 ADAR 2026
Di piştperdeya şerê di navbera Afganistan û Pakistan de çi heye?

Di piştperdeya şerê di navbera Afganistan û Pakistan de çi heye?

28 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    ‘Divê Kurd di bin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de bibin yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cevdet Zîlanli: Tu ceza nikarin pêşiya xebatên ziman û çanda me bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bawerîya me ji pevajoyê nemaye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîranîna Kizildereyê: Êşa me yek divê têkoşîna me jî yek be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1140)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne