HSDê ragihand ku ji 3 rojan ve hêzên wan bang li hêzên Koalîsyona Navneteweyî dikin ku girtiyên rêxistina DAIŞê yên li girtîgeha Eqtan a Reqayê ber bi cihên ewle ve veguhêzin, lê koalîsyon tu gavên pratîkî neavêtine, heta vê kêliyê pevçûn dewam dikin û di pêvçûnan de 9 şervanan jiyana xwe ji dest danê û 20 jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê pevçûnên li derdora girtîgeha Eqtan a Reqayê de daxuyanî da.
Daxuyaniya HSDê wiha ye: “Ji 3 rojan ve hêzên me hevkariya xwe bi Koalîsyona Navneteweyî re ji bo veguhastina girtiyên rêxistina DAIŞˊê yên li girtîgeha Eqtan a bajarê Reqayê ber bi cihên ewle ve didomin, lê koalîsyonê li gel sozên dubare heta niha tu gavên pratîkî di vê çarçoveyê de pêk neanîne.
Di pevçûnên berdewam de yên bi komên Şamê re ku êrişî girtîgehê dikin hêzên me bi erkên xwe yên parastina girtîgehê dewam kir û rê li ber tevliheviya ewlehiyê girt. Ji ber van êriş û pevçûnan heta niha 9 şervanên me şehîd bûn û 20 jî birîndar bûn.
Digel rewşa ewlehiya ya xeternak pevçûn berdewam in.”












