Navenda Ragihandina HSDê diyar kir ku Şandeya Sûriyeyê ya ji Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed El Şeybanî û Îlham Ehmed pêk tê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re civiya, li ser entegrasyon û misogeriya mafên tevahî pêkhateyan di xebata siyasî de nîqaş kirin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî civîna Sûriyeyî-Amerîkayî ya li Munîhê daxuyaniyek parve kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Civîna li bajarê Munîhê yê Almanyayê ya şandeya Sûriyeyê ya ji Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed El Şeybanî û Îlham Ehmed pêk tê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re bi dawî bû.
Di civînê de mijara entegrasyonê, misogeriya mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di xebta siyasî de di serî de Kurd û Durzî, girîngiya berdewama şerê li dijî rêxistina DAIŞê ya terorîst hatin nîqaşkirin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku serokê Amerîkayê Donald Trump dosyaya Sûriyeyê, proseya entegrasyonê, bicihanîna lihevkirinan û têkoşîna li dijî terorê dixe karên xwe yên pêşîn.
Wê fermandarê giştî û şandeya pê re hevdîtinên xwe dewam bikin.”













