Êrîşên bi SÎHA yên Tirkiyeyê ku li dijî Bendava Tişrînê pêk tîne didome. Şervanên HSDê bersiv dan êrîşên Dewleta Tirk. Di encamê de 2 SÎHA hatin xistin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya şerê 24 saetên dawî eşkere kir. Daxuyanî bi vî rengî ye: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.
Duh (sêşem) balafirên şer ên artêşa dagirker gelek caran malên karkeran ên li bendava Tişrînê bombebaran kirin, di encamê de ziyanên madî çêbûn. Di dema bombebarana balafirên şer ên artêşa dagirker de, çeteyan li gundewarên bakurê bendavê li dijî nuqteyeke hêzên me êrişek kir, şervanên me bersiv da û pevçûn derket. Di encamê de hejmareke çete hatin kuştin û birîndarkirin, lê hejmara wan nehat zanîn. Di pevçûnan de şervanên me 2 balafirên bêmirov ên çeteyan xistine xwarê û êriş têk bir.
Li eniya Qereqozaxê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topên giran, tank, roketavêj û topên hawanan gundên El Tîna, Caada, Bîr Hesen, Xeseq, Dîkan û girên Sêvî û Qereqozaxê topbaran kirin. Zêdetirî 80 top li wan deveran ketin û ziyanên madî li mal û milkên şêniyan bûn.”