Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, têkildarî şerê li Minbicê daxuyanî da û anî ziman ku wan li Minbicê agirbest îlan kiriye. Mazlum Ebdî wiha got: “Armanca me ew e ku li tevahiya Sûriyeyê şer raweste. Em dixwazin li tevahiya Sûriyeyê pêvajoyeke siyasî pêş bixin.”
Fermandarê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, têkildarî êrîşên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê û şerê li Minbicê daxuyanî da. Mazlum Ebdî, li ser medyaya dijîtal daxuyanî da û destnîşan kir ku li Minbicê agirbest îlan kirine. Daxuyaniya Mazlum Ebdî wiha ye: “Li Minbicê berxwedana şervanên me didome. Şervanên me hewl didin êrîşênn li Rojavayê Firatê rawestînin. Me bi rêya Amarîkayê hewl da li Minbicê agirbestê îlan bikin. Şervanên Mevlisa Leşkerî ya Minbicê ji 27ê Mijdarê heta nihali dijî êrîşan li ber xwe didin. Em armanc dikin ku li tevahiya Sûriyeyê agirbest bê îlankirin û pêvajoyek siyasî pêş bikeve.”