Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Dirbêsiyê balafireke bê mirov a dewleta Tirk xist xwarê.
Li gorî çavkaniyên herêmî Çavkaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Dirbêsiyê balafireke bêmirov a ‘Aksungur’ a dewleta Tirk xiste xwarê. Êrîşên Tirkiyeyê ya bi balafirên bêmirov ên bi çek (SÎHA) li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Li aliyê din di 2 rojên dawî de du balafirên bêmirov ên bi çek ketin xwar.
HSDê duh jî balafirek xistin xwarinê
Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji herêmê hatin, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li asîmanê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê balafireke bêmirov a ji cureya “ANKA” xist xwarê.