HSDê di şerê 24 saetên dawî yên li eniyên Minbicê de 23 çete kuştin û 36 jî birîndar kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk der barê geşdanên dawî yên li eniyên başûrê rojhilatê Minbicê de daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriya tirk û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî pêk tînin û derbeyên giran li wan dixin. Li eniyên başûr-rojhilatê Minbicê, di navbera şervanên me û çeteyên dewleta tirk a dagirker de şerên dijwar qewimîn. Pevçûn di saet 17.00an roja înê des pê kirin û hetanî seet 11.00ê roja şemiyê dewam kirin. Di pevçûnan de 23 çete hatin kuştin û 36 jî birîndar bûn, ji ber wê jî çete neçar man ku ji qada şer birevin. Ji ber derberyên giran ên şervanên me, gelek çete ji tirsa ku careke din biçin eniyên şer, bi birîndaran re diçin nexweşxaneyê û ji bijîşkan dixwazin ku wan weke birîndar nîşan bidin, ji ber ku çete di rewşeke bêhêvî û têkçûneke derûnî ya mezin de dijîn û bi her awayî hewl didin ji şerê li hember hêzên me birevin. Tevî dijwariya şer û bombebaran balafirên şer û balafirên bê mirov yên dewleta Tirk a dagirker jî, lê hêzên me li hember çeteyan berxwedaneke lehengî nîşan dan û hemû êrîşên wan ên 2 rojên derbasbûyî şikandin û di encama wan êrîşan de 3 şervanên me şehîd bûn.”