HSDê agahiyên ku hêzên wan li çolistana Sûriyeyê i dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonekê bidin destpêkirin, derewandin û diyar kir ku ew her tim amade ne beşdarî her xebateke neteweyî ya Sûriyeyî û navneteweyî ya li dijî DAIŞê bibin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê ragihand ku agahiyên der barê amadekariyên hêzên wan ji bo pêkanîna operasyonekê li dijî çeteyên DAIŞê li çolistanan Sûriyeyê de derew in.
Di daxuyaniya HSDê de ev tişt hate gotin: ”
Hin dezgehên çapemeniyê agahiyên derew belav kirine ku hêzên me amadekariyên operasyonekê li dijî bermahiyên rêxistina terorîst a DAIŞê li çolistana Sûriyeyê dikin. Em piştrast dikin ku ev agahî ne rast in, û hemû tevgerên hêzên me di çarçoveya normal de ne.
Hêzên me diyar dikin ku ew her tim amade ne ku beşdarî her xebateke neteweyî ya Sûriyeyî û navneteweyî ya têkoşîna dijî DAIŞ’ê bibin û wê hêzên me ji bo her hemle yan jî operasyonekê li malper û platformên xwe yên fermî aşkera bikin.”