• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Sûriyeyê di 24 saetan de 9 kes hatin kuştin

Navenda Nûçeyan / AW

6 HEZÎRAN 2025 - 18:32
Kategorî: ROJANE
A A
SOHRê daxuyand ku li Sûriyeyê di 24 saetan de 9 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 24 saetan de li Sûriyeyê 9 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû.

Li Derayê cenazeyên 2 ciwanên ji gundên Koya û Bêt Are yên herêma Yermûk a gundewarê Derayê hatin dîtin. Diyar bibû ku ew bi guleyan ji aliyê komeke çekdar ve li gundê Cilîn ê rojavayê Derayê hatine qetilkirin. Kujer nehatine naskirin.

Li Laziqiyê jî 2 ciwan, ji wan yekî xwediyê pêdiviyên taybet hatin qetilkirin. Cenazeyê ciwanekî din jî yê ji gundê Betmûş hat dîtin ku bi guleyan hatiye qetilkirin. Ciwan di dema biserdegirtina hêzên desthilata Şamê ya li gundê Bêt Ana û Daliye yên gundewarê Ceblê de hatiye qetilkirin. Di wê biserdegirtinê de hêzên desthilata Şamê bi dehan mal, dibistan, navendeke bazirganiyê û navendeke werzîşê şewitandin.

Li Himsê di encama pevçûna çekdarî ya 2 malbatan de li gundê Mehîn ê rojhilatê Himsê, kesek hat kuştin.

Li taxa Wadî El Deheb jî ciwanekî ku hêzên desthilata Şamê berî çend rojan ew revandibû, di bin êşkenceyê de hat qetilkirin.

Ciwanê bi navê Yûsif El Tewîl ê ji gundê Barûha yê herêma Telkelex a rojavayê Himsê ku berî çend rojan ji aliyê hêzên desthilata Şamê ve hatibû binçavkirin, wefat kir.

Di encama teqîna bermahiyên şer de li herêma Cezel El Setih El Ebyed a gundewarê Himsê welatiyek birîndar bû û ji bo nexweşxaneyê hat birin.

Li Derayê welatiyekî li bajarê Senemên ê bakurê Derayê ku bi şaştî gule ji çekê xwe barandibû, xwe kuşt.

Li hemberî têkçûna rewşa mirovî û zêdebûna tundiyê li Sûriyeyê, civata navnetewetî di bêdengiya xwe de didome.

Etîket: kuştinSOHRSûriyeweletî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

Fexriye Yildirim: Medenî ket nav hewldana parastina gelê xwe

26 HEZÎRAN 2026
Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
Hem kuştin hem jî doza tazminatê li malbatê vekirin

Hem kuştin hem jî doza tazminatê li malbatê vekirin

20 HEZÎRAN 2026
‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

‘Em kujerên Denîz Poyraz û hêzên li pişt wan nas dikin’

17 HEZÎRAN 2026
Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

Denîz Poyraz li Enqereyê hat bîranîn

17 HEZÎRAN 2026
‘Doza Mehmet Uytun doza di navbera dewletê û gel de ye’

‘Doza Mehmet Uytun doza di navbera dewletê û gel de ye’

16 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiyeyê ji bo gundên Zaxoyê qedexeyên OHALê ragihand!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (815)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne