Fermandariya Giştî ya HSDê tekildarî êrîşên hikûmeta demkî ya Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyeke niviskî parve kir. Di daxuyaniyê de HSDê bang li hezên garantor kir ku dorpeç û êrîşan rawestînin.
Fermandariya Giştî ya Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekildarî êrîşên hikûmeta demkî ya Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyeke niviskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku zêdetirî 6 meh in her du tax ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê ve di nava dorpeçê de ye û wiha hat gotin: “Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştrast dike ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji şeş mehan zêdetir e ku ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyeyê ve bi tevahî hatine dorpêçkirin. Ev tax bi ti awayî gefên leşkerî çênakin û ne jî dikarin wekî xala destpêkirina êrîşan li ser bajarê Helebê werin bikaranîn. Gotegotên ku ji aliyê hêmanên xwînxwer ên di nav komên Şamê de der barê her çalakiyeke leşkerî ya hêzên me yên ji van her du taxan derdikevinde têne belavkirin, derew û çêkirî ne, wekî behane têne bikaranîn da ku dorpêçkirin, bombebaran û komkujiyên li dijî sivîlan hatine kirin rewa bikin.”
Em tekez û piştrast dikin ku Hêzên Sûriya Demokratîk li bajarê Helebê tu hebûneke wan a leşkerî nîne. Vekişîna wan li gorî peymaneke zelal eşkere bû û li ber çapemeniyê hate belgekirin û dosyaya ewlehiyê radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin. Jinûve derketina van argûmanên derew tenê armanc ew e ku ji bo êrîşa hovane ya li ser taxên niştecîbûnê yên ewle veşartina siyasî û leşkerî peyda bike.
Em bang li dewletên garantor û her wiha kesên berpirsiyar ên di nav hikûmeta Sûriyeyê de dikin, ew ên ku dibêjin ku yekîtiya neteweyî diparêzin, ku berpirsiyariyên xwe tavilê bigirin ser xwe û ji bo rawestandina dorpêçkirin, bombebarankirin û êrîşa leşkerî ya ku sivîlên bêguneh ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê armanc digirin, bêyî ku tu sedemek hebe, bixebitin.
Em hişyar dikin ku berdewamiya vê êrîşa li dijî sivîlan dê bibe sedema encamên cidî ku ne tenê bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê an jî bi bajarê Helebê ve sînordar bin, lê dê tevahiya Sûriyeyê vegerînin qada şer a vekirî. Berpirsiyariya tevahî ya vê yekê dikeve ser milê kesên ku bi vîn in li dijî sivîlan hêzê bi kar neynin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hestiyareke herî zêde, bi hevrêziya hemî aliyên ku bi ewlehiya gelê me li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re peywendîdar in, rewşê ji nêz ve dişopîne. Ew piştrast dike ku dorpêçkirin, gefa hêzê, armancgirtina sivîlan û bikaranîna wan wekî kartên danûstandinê yan mertalên mirovî sûcên ku nayên qebûlkirin û ji hêla hemû pîvanên yasayî û mirovî ve têne şermezarkirin.”













