HSDê têkildarî şerê li herêmê diyar kir ku di şerê li bakurê bendava Tişrînê û gundewarên başûrê rojhilatê Minbicê de, 63 çete hatine kuştin û 37 çete jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê ya HSDê der barê bîlançoya duh a şerê li bakurê bendava Tişrînê û gundewarên li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê de, daxuyaniyek weşand. HSDê di daxuyaniyê de diyar kir ku di şerê ji duh ên li bakurê bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê bajarê Minbicê de, 63 çete hatine kuştin û 37 çete jî birîndar bûn.
HSDê têkildarî şerê duh ev agahî parve kirin: “Duh sibehê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi desteka balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirer êrişeke berfireh li dijî gundên Elûş, Til Erîş û Girê Syriatel ên li derdora bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê Minbicê û girê gundê Til Zemale pêk anîn. Hêzên me bersiva êrişan da û şerekî giran derket. Di şer de ku heya saetên êvarê dom kir, 63 çete hatin kuştin. Di şer de tankek, 5 erebeyên leşkerî û 3 erebeyên zirxî yên bi tîpa BMB hatin rûxandin. Ji ber berxwedana hêzên me, çete neçar man birevin û kuştî û erebeyên xwe yên wêrankirî li dû xwe hiştin.”