Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku fermandariya wan pêşwaziya şendeyeke Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Sûriyeyê kir.
Navenda Ragihandinê ya HSDê der barê serdana şendeyeke Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Sûriyeyê de daxuyanî da.
Daxuyanî wiha ye:
“Di çarçoveya pêkanîna xalên peymana 29ê Çileyê û temamkirina pêvjoya entegrasyonê de, îro fermandariya hêzên me pêşwaziya şendeyeke Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Sûriyeyê kir. Gotûbêjên der barê mijarê berdewam dikin.”













