HSDê bal kişand ser êrişên çeteyên HTŞê û Tirkiyeyê û bi bîr xist ku DAÎŞ jî hewil dide ji van êrişan sûd wergire û girtîgehên ku endamên wan tê de hedef bigire.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê bal kişand ser liv û tevgerên DAÎŞê ya li herêmê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê hewl dide sûdê ji êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Şamê sûd wergire û hat diyarkirin ku DAIŞ girtîgehên ku çeteyên wan lê tên ragirtin hedef bigire.
‘Hêzên me amade ne’
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên HSDê di ji bo êrişên ku werin kirin amade be û wiha got: “Hêzên me ji bo mîsogerkirina ewlehiya girtîgehan û rêgirtina li ber binpêkirineke ewlehiyê, tevahî tedbîrên pêwîst girtine û niha rewş di bin kontrolê de ye. Lê berdewama rageşiya leşkerî dibe ku bibe sedema bêîstiqrariyeke giştî. Di encamê de dê ev yek rîskeke rasteqîn li ser ewlehiya girtîgehên endamên DAIŞ’ê tê de ne, çêke. Her wiha dê piştî salan ji berdêlên ku li hemberî terorê hatine dayîn herêmê vegerîne nuqteya sifirê.”
Di destpêka şerê Sûriyê heta niha dema Tirkiye û çeteyên wê êrişî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê dikin, piştre DAÎŞ jî bi awayek organîzeyê di keve nav liv û tevgerê. Koordînasyona di navbera van koman û êrişên Tirkiyeyê de heta niha gelek caran bi awayek hevdemî pêk hatiye.
Niha jî piştî êrîşên çeteyên HTŞ û Tirkiyeyê cardin liv û tevgera DAIŞê dibe sedema fikaran.











