HSDê li bajarê Tebqayê bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyonek li dar xist û serçeteyekî DAIŞê girt.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî îro li dijî şaneyên DAIŞê operasyonek li dar xistine û di operasyonê de serçeteyê DAIŞê yê bi navê Ehmed Ebdûlqadir El Mûsa girtine.
Daxuyaniya HSDê wiha ye: “Tîmên Oprasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî hêzên me bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî îro (Sêşem) operasyoneke bibandor li bajarê Tebqayê li dar xist. Operasyon bi armanca girtina serçeteyê xeternak ê şaneyên rêxistina DAIŞê yê ji bajarê Tebqayê pêk hat.
Operasyon piştî şopandina tevgera terorîst Ehmed Ebdulqadir El Mûsa, pêk hat. Terorîstê behsa mijarê çavdêriya wergirtin û radestkirina çekan û belavkirina wan li şaneyên terorîst dikir. Her wiha nuqteyên leşkerî yên hêzên me dişopandin. Di operasyonê de terorîst hat girtin û miqdareke çek û bombeyên destan hatin desteserkirin.
Hêzên me diyar dikin ku dê operasyonên xwe yên ewlehiyê li dijî bermahiyên şaneyên rêxistina terorîst bidomînin û ji bo parastina ewlehiya şêniyan û istiqrara herêmê di nava hewldanan de bin.”