Wêne: Arşîv
Hat ragihandin ku endamên HTŞê li taxa Zorava ya Şamê êriş birine ser gelek malên Kurdan û malên wan talan kirin e.
Li gorî nûçeya ANHAyê ku agahiyan ji çavkaniyên xwe Şamê wergirtiye; endamên HTŞê îro taxa Zorava ku piraniya şêniyên wê Kurd in, dorpêç kirin û piştre jî bi ser gelek malan de girtin.
Hat ragihandin ku endamên HTŞê destpêkê li derdorê gule reşandine, piştre jî bi ser malan de girtine û mal hatine talankirin û heqaret li endamên malbatan hatiye kirin.
Piştî serdagirtinan hêzên êrişkar ji taxê vekişiyane, lê rewşa aloz hîn didome.
Taxa Zorava ya Şamê, piranî ji Kurdan pêk tê. Dema ku rejîma Baas di sala 1963yan de plana “Kemera Erebî” da destpêkirin, sed hezaran Kurdên li Rojavayê Kurdistanê bi darê zorê dan koçberkirin. Beşek ji wan Kurdên hatine koçberkirin jî, li taxa Zorava bicîh bûn.