Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Koma Cudî tev li seferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweser ragihandiye, bûn.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê seferberiya giştî ragihand û diyar kir ku pêwîst e gel li kêleka HSD û YPJê bisekine û banga berxwedanê li dijî êrişên çeteyên HTŞ û Tirkiyeyê kir.
Bi armanca bersivdana banga Rêveberiya Xweser endamên Navenda Çand û Hunerê ya Cudiyê ya Dêrkê tevlî seferberiya giştî bûn û li kêleka HSD û YPJê sekinîn.
Li pêş Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê daxuyaniyek hate xwendin û endaman bang li gelê herêmê kir ku hişyar bin û tev li seferberiya giştî bibin.













