• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

    Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

    Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

    Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

    Medyaya Îsraîlê: Şêwirmendê bilind ê Xamaneyî hate kuştin

    Medyaya Îsraîlê: Şêwirmendê bilind ê Xamaneyî hate kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hunermend: Em ji bo Rojava bibin dengê azadiyê

Amed /AW

29 KANÛN 2024 - 12:16
Kategorî: ÇAND
A A
Hunermendên Kurd bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Rojava, stran û helbesta me ye. Wer in, em bi hev re ji bo Rojava bibin dengê azadiyê.”

Hunermendên Kurd, êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMOyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi daxuyaniyekê protesto kirin. Li ser navê hunermendan Ferhat Ertaş daxuyanî da.

Hunermend Ferhat Erdaş anî ziman ku hunera azad li cem Şoreşa Rojavayê ye û wiha got: “Wekî ku tê zanîn van demên dawî li Sûriye û Rojava geşedanên girîng diqewimin. Rejîma Baasê ku di dîktatoriyê de israr dikir, têk çû. Çeteyên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ev rewş ji bo xwe wekî firsendekî dîtin û demildest êrişên xwe yên hovane li hemberî Rojava zêde kirin. Dixwazin bi vî awayî Şoreşa Rojava bifetisînin û têk bibin. Lê Şoreşa Rojava, pêvajoyeke dîrokî ye ku tê de daxwazên wekhevî û azadiya gelan hene. Ev şoreş ne tenê guherîneke siyasî ye, di heman demê de tevgereke çand û hunera Kurdî ye.”

Hunermend Ferhat Erdaş anî ziman ku Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinan pêş ketiye, bûye sembola gerdûnî ya têkoşîna azadiyê û wiha axivî: “Em wek hunermend, radigihînin ku em li gel vê şoreşê ne û bi zimanê hunera azad nirxên wê diparêzin. Li hemberî şer; huner yek ji xurtirîn amûrên berxwedanê ye. Li Rojava têkoşîna ji bo avakirina azadiyê, di heman demê de banga aştiyê ye. Jinûveavakirina nirxên mirovahiyê yên ku şer wêran kiriye, sivikkirina êşan û xurtkirina hêviyên aştiyê yek ji erkên me hunermendan e. Huner li dijî şer û koletiyê banga aştî û azadiyê ye. Ji ber vê yekê, em ê wek hunermend ji bo gihandina peyama aştî û azadiya Rojava li her qadê jiyanê vê bangê bikin.”

Hunermend Ferhat Erdaş da zanîn ku Rojava di heman demê de çavkaniya hunerê ye ji bo hunermendan e û wiha bi dawî kir. “Şoreşa ku li Rojava pêk hatiye, bi têkoşîna azadiya jinan, ciwanan û gelan re, hêza veguhêrîner a hunerê tîne cem hev û têgihiştineke etîk û estetîk a nû derdixe holê. Em wek hunermendên welatparêz, bi parastina estetîka azadiyê, bi hunera xwe li gel şoreşa Rojava bisekinin. Rojava ku di tarîtiya şer de ronahiya aştiyê pêxistiye, têkoşîneke ji bo rûmeta mirovahiyê ye. Dengê vê têkoşînê, wê di zimanê hunera azad de bilind bibe. Em ê ji bo aştî û azadiyê bi hunera xwe li ber xwe bidin û biafirînin. Di vê çarçoveyê de, em hemû hunermend û gelê xwe vedixwînin ji bo piştgiriya azadiya Rojava. Rojava warê me ye, Rojava mala me ye, Rojava ruh û canê me ye. Rojava stran û helbesta me ye. Wer in, ji bo Rojava em bibin çiraya ronahiyê û qerîna azadiyê. Em bi hev re dengê berxwedana Rojava xurtir bikin û xwedî li nirxên vê şoreşê derkevin. Bijî hunera azad! Bijî Şoreşa.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

ROJEVA 7ê ADARa 2026an

7 ADAR 2026
Guterres: Dibe ku Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve

Guterres: Dibe ku Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve

7 ADAR 2026
Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

7 ADAR 2026
Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

6 ADAR 2026
Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

6 ADAR 2026
Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

6 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zubeyîr Aydar: Divê Tirkiye demildest zagonanên pêwîst derbixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bazirgan û welatiyên Geverê ji girtina deriyê sînor nerazî ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan bang kirin: Peymana Stenbolê jinûve îmze bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê em jin her tim li cem hev bin û piştgiriyê bidin hev’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sembola rojiyê xurme bi Remezanê re li ser hemû dezgeh û sifreyan cih digire

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (243)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne