Hunermenda Kurd Mehsa Zareî duh li cihê kar bêyî ti biryarek a darazê ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve hate binçavkirin.
Li gorî nûçeya RojNewsê; hunermend Mehsa Zareî ku li Rojhilatê Kurdistanê bi xebatên xwe yên çanda Kurdî tê nasaîn, duh li bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejîma Îranê bi ser cihê karê wê de girtin û ew binçav kirin. Li gorî agahiyan, di dema kar û barê binçavkirinê de, bêyî biryarek û hincetek bê nîşandan, Mehsa Zareî birine cihek ne diyar.
Derbarê hinceta binçavkirin, cihê lê tê girtin û rewşa hiqûqî de, heta niha ti daxuyaniyek nehatiye dayîn. Malbat û nasên wê diyarkirin ku ew ji rewşa wê bi fikarin, hate zanîn ku hewldanên derbarê mijarê de, bê encam man e.







