Li paytext Berlînê komek hunermend li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de banga xwedîlêderketina li Rojava kirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê komek hunermend bi pêşengiya Koma Simurg a Tevgera Hunerê ya Jinê ya Mizgîn a Ewropayê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî li dar xistin. Hunermend û aktivîstên ku li Qada Alexanderplatzê li hev civiyan, hem çanda Kurd dan naskirin û hem jî banga piştgirîdayîna li gelê Rojava kirin. Hunermendan li Alexanderplatz ku yek ji qadên herî qerebalix ên Berlînê ye, bi stranên Kurdî eleqeyeke mezin kişandin ser xwe. Koma Simurg a Kolektîfa Berlîn ku di binesaziya Tevgera Hunerê ya Jinê ya Mizgîn de xebat dike û Hunermend Cengîz Yazgi stranên Kurdî gotin.
Di çarçoveya çalakiyê de li ser navê Heyva Sor stand hate vekirin. Di standê de bal kişandin ser encamên êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştevaniyê. Xwebexşên Hevya Sor a Kurdistan banga alîkariyê kirin û girîngiya piştevaniya bi gelê Rojava re ji kesên serdana standê kirin re ragihandin.