• Nûçeyên Herî Dawî
Hunermendê gelê xwe: Hozan Serhad

Hunermendê gelê xwe: Hozan Serhad

2 KANÛN 2024 - 08:21
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

4 HEZÎRAN 2025 - 12:09
Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

4 HEZÎRAN 2025 - 11:15
DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

4 HEZÎRAN 2025 - 11:13
Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

4 HEZÎRAN 2025 - 10:58
‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

4 HEZÎRAN 2025 - 09:40
Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

4 HEZÎRAN 2025 - 09:16
Otomatik taslak

Rojnameya Serxwebûnê dawî li weşana xwe anî

4 HEZÎRAN 2025 - 08:39
‘Çareserî bi qebûlkirina ziman û nasnameya Kurdî pêkan e’

‘Çareserî bi qebûlkirina ziman û nasnameya Kurdî pêkan e’

4 HEZÎRAN 2025 - 08:04
ROJEVA 3yê HEZÎRANA 2025an

ROJEVA 4ê HEZÎRANA 2025an

4 HEZÎRAN 2025 - 08:00
Serxwebûnê perspektîfa Abdullah Ocalan a Kongreya 12emîn weşand

Serxwebûnê perspektîfa Abdullah Ocalan a Kongreya 12emîn weşand

4 HEZÎRAN 2025 - 07:40
KCDP: Di meha gulanê de 21 jin hatin kuştin

KCDP: Di meha gulanê de 21 jin hatin kuştin

3 HEZÎRAN 2025 - 21:23
Endamên Koma Arsîsa hatin berdan

Endamên Koma Arsîsa hatin berdan

4 HEZÎRAN 2025 - 07:37
Endamên Koma Arsîsa ji ber strana ‘Bêrîtan’ gotin hatin binçavkirin

Endamên Koma Arsîsa ji ber strana ‘Bêrîtan’ gotin hatin binçavkirin

3 HEZÎRAN 2025 - 18:23
Li Bazîdê ji bo Kurdî soz dan Mem û Zînê 

Li Bazîdê ji bo Kurdî soz dan Mem û Zînê 

3 HEZÎRAN 2025 - 16:53
Ji bo statuya Kurdî dimeşin Tirba Ehmedê Xanî

Ji bo statuya Kurdî dimeşin Tirba Ehmedê Xanî

3 HEZÎRAN 2025 - 15:35
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 HEZÎRAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

    Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

    Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

    Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

    DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

    DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

    Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

    Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

    ‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

    ‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

    Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

    Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

    Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKKê kirin

    Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

    Perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand hat weşandin

    DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

    DFGê rapora meha Gulanê eşkere kir

    Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

    Rapirsî: Ji sedî 71 piştgirî dane biryara PKKê

    ‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

    ‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

    Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

    Firat Can: Divê rewşenbîr dewletê neçar bihêlin ku gavan biavêje

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hunermendê gelê xwe: Hozan Serhad

Bazîd Evren / AW

2 KANÛN 2024 - 08:21
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A

Agirî – Birayê Hozan Serhad Arif Alpdogan ku derbarê birayê xwe de axivî, da zanîn ku Hozan Serhad mirovekî pir mutewazî bû û got: “Ji aliyê hunerê ve pir jîr bû, lê li ser wêje, felsefe û gelek mijarên din jî lêkolîn dikir.”

Hozan Serhad bi navê xwe yê malbatî Suleyman Alpdogan, ji navçeya Panos a Agiriyê ye. Hozan Serhad di sala 1970an de li navçeya Zêdkan (Eleşkîrt) a Agiriyê ku ji ber karmendiya bavê xwe koçî wir kiribûn, ji dayik bû. Piştî jidayikbûna Hozan Serhad 3 sal şûnde malbata Alpdogan dîsa vegeriyan Panosê û Hozan Serhad li vir mezûn bû. Hozan Serhad, hunermendek şoreşger bû. Hunera xwe bi rihê şoreşgeriyê ve honandibû û hêj jî di nava muzîka kurdî de cihekî gelek taybet digire.

Hozan Serhad, di sala 1988an de beşa Konservatuara Dewletê ya Muzîka Tirk a Zanîngeha Ege ya Îzmîrê di rêza duyemîn de qazanç dike. Piştî ku dikeve konservatuarê, li şûna tembûr, li ser tarzeke dubendî ku amûreke azerî ye, perwerde dibîne. Her wiha bilûr, gîtar, tembûr û klavyeyê jî lêdida. Hozan Serhad konservatuar di rêza yekemîn de diqedîne û di sala 1991an de li gel jina bi navê Yildiz ku di zanîngehê de hev nas kirine, li navçeya Kîvrîlî ya Denîzliyê dizewice. Hozan Serhad ku xebatên xwe yên hunerê di van salan de jî bênavber didomîne, di sala 1996an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Hozan Serhad bi tembûra birayê xwe hînî tembûrvaniyê bûye

Birayê Hozan Serhad Arif Alpdogan ku niha li navçeya Panosê dijî, behsa zaroktiya Hozan Serhad kir û da zanîn ku ew ji ber memûrtiya bavê xwe çûne navçeya Zêdkan bi cih bûne. Arif Alpdogan, anî ziman ku piştî mirina bavê wan ew dîsa vegeriyane Panosê û wiha got: “Em 3-4 sala li Zêdkan man û du re Serhad hat dinyayê. Serhad bû 2 salî em vegeriyane Panosê. Jiyana me li Panosê berdewam kir. Wê demê min bi qezenca xwe ya salekê tembûrek sitand. Ji ber ku me qezenca keda xwe ye salekê dabû wê tembûrê ji bo me pir bî nirx bû. Min dixwest ku tu kesek destê xwe nede tembûra min. Ez rojekê hatim malê û dengê tembûrê hat min. Min mêze kir Serhed li tembûrê dide. Lê ji ber ku Serhad piçûk bû, tiliyên wî nedigehiştê. Serhad wî çaxî hem tembûrê hîn bû û hem jî dest bi strangotinê kir.”

‘Qezençkirina ezmûna konservatuarê qabîliyeteke mezin dixwest

Arif Alpdogan, da zanîn ku piştî Serhad lîse qedant ew bi hev re çûne Stenbolê û Serhad li wir bi tirkî albûmek bi navê “Gulo” derxist. Arif Alpdogan, diyar kir ku salek şunde ew çûn ku serî li fakûlteya konservatûarê ya zaningeha Egeyê bidin. Arif Alpdogan, bi lêv kir ku wê demê ketina konservatuara Zanîngeha Egeyê hêsan nebû û Serhad di ezmûna ketina konservatuarê de pûaneke pir bilind stand. Arif Alpdogan, wiha berdewamî da axaftina xwe: “Qezençkirina wê ezmûnê qabîliyeteke mezin dixwest. Serhad nîşan da ku ew çiqas xwedî qabîliyeteke mezin e. Ji ber zanîngehê Serhed demekî ji me dûrtir li Îzmirê ma.”

Zewaca Hozan Serhad

Bi domdarî Arif Alpdogan, behsa zewaca Hozan Serhad kir û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Wê dema ji Denîzliyê hevaleke Serhed hebû, navê wê Yildiz bû. Xwestin bi hevre bizewicin, em jî çûn navçeya Kîvrîliyê ya Denîzliyê me daweta wan kir. Zewaca Serhad ji me re pir zehmet hat, ji ber ku hevala wî ji Denîzliyê bû û çanda me ji hevûdû pir cûda bû. Em hinekî nerazî bûn. Piştî zewaca wan 6 meh şûnde her duyan bi hev re berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Du re me fehm kir ku ji ber çûyina xwe zewicîne. Yildiz li Cizîrê hat girtin û 12 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hat birin. Du re me tu agahî ji Yildizê negirt û xeberneda.”

‘Hertim li ser Kurdî diaxivî’

Di berdewamiyê de Arif Alpdogan, anî ziman ku Serhad dema pola yekemîn de dixwent, xwendekarên kurd ên Zaningeha Ataturkê a Erzûromê organîzasyonek li dar xistin. Arif Alpdogan, diyar kir ku ew çûn tev li wê organîzasyonê bûne û yekem car Serhad li zanîngeha Erziromê straneke kurdî got û wiha pê de çû: “Piştî Serhad hêj jî min nebihîstiye ku yekî li zanîngeha Erziromê straneke kurdî gotiye. Serhed ji ber ku hêla çand û hûnerê pir serkeftî bû, min jê re di got Egeyê çanda Erebî,Turkmen,Farisî hene li ser wan bixebite. Serhed ji min re got ez ê li ser kurdî bixebitim, ji ber ku kurdî winda bûye û çi tiştên veşartî hebe divê em derxin holê.”

‘Serhad pir mirovekî mutewazî bû’

Arif Alpdogan, bal kişand ser derketina Hozan Serhad a Ewropayê û wiha dawî li axaftina xwe anî: Serhad dema çû Ewropayê ji ber ku telefon, înternet hwd. nebûn me nedikarî bi rehetî hevdû re biaxivin. Me tenê salê du sê caran xeber dida û dema ku me hevdû re diaxivî jî li ser huner û çandê çavkanî ji min dixwest. Li ser van çavkaniyan xebitî û çend stran û pirtûkên nû nivîsandin. Meraqa Serhad ji çand û hunerê hêj di zaroktiyê de dest pê kir. Dema ku stranek guhdar dikir 10 rojan şûnde melodiya wê derdixist. Serhad pir dixwend û tenê li ser muzîkê ne, li ser wêje, felsefeyê jî lêkolîn dikir û dixebitî. Serhad pir mutevazî, henekwar bû û ji ber wê jî pir hevalên wî hebûn. Ji nufûsa panosê sedî heştê hevalên Serhed bûn û pir dihat hezkirin.”

Hûn dikarin ji lînga şêr vîdeoyê temaşe bikin

Etîket: AgiriArîf AlpdoganHozan SerhatSerhad
FacebookTweet

Nûçeyên Din

2024 bû sala talankirina xwezayê

2024 bû sala talankirina xwezayê

31 KANÛN 2024
Li Giyadînê gefa siyanurê li gundiyan tê xwarin

Li Giyadînê gefa siyanurê li gundiyan tê xwarin

29 MIJDAR 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2025 (52)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne