Ew nivîskar, şanoger, sîmemager, hunermend û gerîla bû. Ew êdî bûbû parçeyekî çiyê û wekî Xelîlê Çiyê dihat naskirin. Wekî navê xwe Xelîl Çiya ango Xelîl Dag Xelîlê çiyê bû.
Şoreşger, hunermend û nivîskar Xelîl Dag tam 17 sal berê îro ango di 1ê Nîsana 2008an de, di kemînekê de jiyana xwe ji dest da. Wênegir, nivîskar û şanoger Xelîl Dag, pêşeng di qada hunerê de bi gelek berhemê xwe tê nasîn û zanîn. Ew hem şanoger, hem sînameger û hem jî gerîlla bû. Wekî Xelîlê Çiya û dostê çiya tê nasîn. Piraniya jiyana wî û têkoşîna wî li çiyê derbas bû û jiyana wî bi çiya re bû yek. Ew û çûya bûn yek û têkiliya wî ya bi xwezayê re pir xurt bû. Li bilindahiya çiyayan, bi salan kedeke bê navber da. Bi enerjiyeke mezin û hezkirineke bêdawî, huner û şerê xwe meşand. Jiyana xwe ya tîrûtije, wekî mîrateyeke giranbuha ji me re hişt.
Xelîl Dag bi gotina ‘Kamereke me heye û hevaltiyeke me heye.’ hevaltiya xwe ya bi kameraya xwe re dianî ziman. Hemû çîrokên dilê xwe û dilê çiya, bi wênekêş û kameraya xwe anîn ziman. Germahiya jiyana çiya, dijwariya şer, xatirxwestinên bêwext, ken û coşa gerîlayan û bîrhatinên wan, nivîsand. Di demên germ ên şer de amade bû; nûçeyên nayên jibîrkirin ragihand. Wêneyên gerîlayan ‘bi dilê xwe kişand’; awirên wan, bîranînên wan, bawerî û sozên wan nemir kir. Bi filmên xwe, çîrokên ku lê çûbûn, zindî kir. Helbest nivîsandin; bi hestên xwe yên nazik, bi kûrahiya fikir û bîrdoziya xwe, estetîka jiyana gerîla, kir wêje. Bi van karên xwe bû yek ji propogandavanên herî mezin ên Tevgera Azadiyê.
Wî ji çiyayan hez kir. Hebûna xwe di çiya de dît. Li zinarên asê, dolên kûr, li lûtkeyên bilind ên çiyê geriya; li hemû çîrokên veşartî û nîvco-mayî geriya. Kêliyên wendakirinê, yên dilgiranî û xemgîniyê bi awayekî xwerû jiya. Bi wêne û dîmenan ew kêlî nemir kir. Di kêliyên şer, çalakî, serkeftinê de amade bû; li rêwîtiyî, şevbuhêrk, dîlan û stranên gerîlayan jî amade bû. Bi av, ax û agirê çiyayan re jiya.
Tevî hemû rewşên giran û ‘bê derfet’ dikarîbû karên dîrokî biafirîne. Wî sînemageriya Çiyayê Kurdistanê, sînemaya lehengî û bedewiya Kurdan û sînemaya Azadiya Kurdan kir.
Xelîl Dag bi heval û hogirên xwe re jiyaneke mînak li pey xwe hişt. Di nivîs û filmên xwe de, cihekî cuda dida jina Kurd a Azad û Tevgera Azadiya Jinê. Digot ‘Divê jina Kurd bi fikra xwe karibe têkeve sînemayê û bi çavên xwe li vê cîhanê binêre. Ew çavên wê yên mezin, xweşik û awirên wê yên ku ji objeyekê wêdetir, awayê têgihiştina wê ya mirov û cîhanê; dikare ji sînemaya Kurdan re pêşengiyê bike’.
Xelîl Dag aşiqê jiyana azad bû. Evîndarê gerîla û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Ji bo bibe layiqî soza xwe têdikoşiya. Di nivîsên xwe de behsa kelecaniya xwe ya wan kêliyên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas kirine, dike. Bi sekneke Apogerî, têkoşîna xwe ya bi salan li çiyayên azad dewam kir.
Wî ji rêwîtiyê û ji Bakur pir pir hez dikir. Navê projeya wî ya dawî ‘Rêwiyên Çiyayê Araratê’ bû. Bi gerîlayan re derbasî Bakurê Kurdistanê dibe û li çiyayên bilind her li xwezayê temaşe dike û hemû çavdêriyên xwe bi dîmen û wêneyan nemir dike. Wî çawa jiyana gerîla, xweza û gera li çiya nemir kir, berhem û hunera wî jî dê her dem wî nemir bike. Ew hunermendekî pir hunerî û şoreşgerekî gelê xwe bû.
