Navenda Nûçeyan – Hozan Serhed ku bi muzîk û têkoşîna xee di nava dilê gel de cihê xwe digire di 22yê Tîrmeha 1999an de di encama xiyanetê de li navçeya Elkê jiyana xwe ji dest da. Xelîl Çiya di pirtûka xwe de wiha qala wê rojê dike: “Em hîn bûn ku Serhed ji aliyê cerdevanên Jîrkiyan ve hatiye girtin û hefteyekê hatiye îşkencekirin. Ji bo ku teslîmbûyîn qebûl nekiriye ew careke din anîne Feraşînê û bêyî darizînin înfaz kirine.”
Hunermend Hozan Serhed (Suleyman Alpdogan) ê ku bi deng û têkoşîna xwe di dilê gel de cihê xwe girtiye di 22yê Tîrmeha 1999an de di encama xiyanetê de li navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da. Bi ser koça dawî ya Hozan Serhad re 26 sal derbasbûn. Hozan Serhed di 24ê Tîrmeha 1970an de li navçeya Zêtka ya Agiriyê tê dinê. Dema Hozan Serhed hêj yek salî bû bavê wî koça dawî kir, ew biçûkê 5 xwişk û birayan e. Piştî bavê wan jiyana xwe ji dest dide malbat diçe navçeya Panosê ya Agiriyê û li wir bi cih dibe. Zarokatî û ciwaniya Hozan Serhed li wir derbas dibe û ji dibistana seretayî heta lîseyê li wir dixwîne. Kesekî pir meraqdar bûye û serê xwe bi tiştên cuda re diwestîne. Hêj 7 salî bûye û tembûra birayê xwe yê mezin Arîf Alpdogan hildigire destê xwe û li gorî xwe tingîniyê jê tîne.
‘Min jêhatîbûna wî dît piştgirî dayê’
Kekê wî Arîf Alpdogan wan rojan wiha vedibêje: “Li malê tenê tembûreke me hebû. Ji bo ku wê tembûrê bistînin min û dayika min keda salekê xerc kir. Ew gelekî mereqdar bû. Ez ditirsiyam ku tiştek bi tembûrê were. Me gelek şer dikir. Qet dev jê berneda. Piştî salek derbas bû min dît ku ji min baştir lê dide. Piştî ku min ev mereqdarî û jêhatîbûna wî dît min piştgirî dayê.” Di 16 saliya xwe de serkeftina xwe ya hunerê dide nîşandan û diçe Stenbolê û banda xwe ya bi navê “Gulo” bi navê “Murat Esen” derdixe. Lê piştî demekê ji ber zehmetiyên aborî neçar dimîne û vedigere Panosê.
Beşa Konservatûarê qezenc dike
Di 18 saliya xwe de Beşa Konservatuarê ya Zanîngeha Egeyê ya Îzmîrê qezenc dike û perwerdehiya muzîkê li vir dibîne. Fêrî gelek enstrûmanan dibe û lê dide. Yek ji van enstrûmanên fêr dibe jî amûra bi navê Tar a Azerîyan e. Hezkirina muzîka Kurdî di dilê wî de zêde dibe û dest bi gotina stranên Kurdî dike. Di sala 1991an de aliyên hunerê ya netewî û ya gel de têdigîhîje û wek ciwanekî Kurd jî dikeve nava nîqaşên pirsgirêkên welat û polîtîk.
4 salan xebatên Hunerkomê bi rê ve dibe
Di sala 1991an de Yildiz Alpdoganê nas dike û pê re dizewice. Ew di meha Tîrmehê de berê xwe didin çiyayan. Hevjîna wî Yildiz Alpdogan li Cizîrê tê girtin û 12 sal û 6 meh ceza lê tê birîn û wê dişînin girtîgeha Amasyayê. Hozan Serhed jî di nav refên PKKê de cihê xwe digire. Ji bo pêşketina hunera Kurdî wî dişînin Ewropayê û di nava xebatên Hunerkomê de cih digire. 4 sal xebatên Hunerkomê birêve dibe. Xwe tenê bi xebata muzîkê re sînordar nake û di heman demê de bi xebata şanoyê re jî eleqedar dibe.
‘Ji bo şoreşgerekî vegera welat wezîfeya herî pîroz e’
Hozan Serhed tenê bi hunerê re eleqedar nabe, nêrîna xwe ya derbarê şoreşê de wiha tîne ziman: “Ji bo şoreşgerekî vegera welat wezîfeya herî pîroz e.” Hozan Serhed li dijî hemû talûkeyên li ser çand û hunera Kurdî derdikeve û wiha dibêje: “Çavkaniyeke me ya xurt heye. Vegera ber bi wê çavkaniyê ve, bi taybetî li wir afirandina çanda Kurdî dikeve ser milê me. Dengbêjan vê çandê heta îro anî astekê. Heke em dest neavêjin vê çandê wê tune bibe. Çand û hunera Kurdan dikin Tirkî. Em stranên xwe berê derxin, bixwînin û ji siberojê re ragihînin. Bila winda nebin.”
‘Vedigere wê axa pir jê hez dike’
Di sala 1996an de vedigere wê axa pir jê hez dike û diçe saziya çandê ya li Hewlêrê û li vir beşdarî bi dehan çalakiyên hunerî dibe. Pêşmergeyên PDKê di 16ê Gulana 1997an de bi ser navenda çandê de digirin û hin hunermendan dikujin. Hozan Serhed ê beriya komkujiyê çar rojan derbasî Silêmaniyê dibe li ser vê komkujiyê strana “Hewlêrê” dinivîse. Hozan Serhed dû re berê xwe dide Botanê. Hozan Serhed beriya 26 salan di 22yê Tîrmehê de li Zozanên Feraşînê yên navçeya Elkê ya Şirnexê di encama xiyanetê de jiyana xwe ji dest dide.
Xelîl Çiya di pirtûka xwe de qala Hozan Serhed dike
Xelîl Çiya (Halîl Ûysal) ku di 1ê Nîsana 2008an de bi sê hevrêyên xwe re li herêma Bestayê ya Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, di pirtûka xwe ya bi navê “Hevalê Çiyayan ê Jidil (Dagin Samîmî Dostû)” de wiha qala pevçûna ku Hozan Serhed dîl tê girtin û pişt re tê kuştin dike: “Hozan Serhed pir girêdayî tembûra xwe bû. Di rêwîtiya Botanê de me stranên herî xweş ji wî guhdar kirin. Serhed dema tembûra xwe ya spî, çanteyê xwe û çakêtê xwe di nava giya de vedişart, Huseyîn Kaytan ji wî aciz bû, jê dixwest bilez bike. Di sibeyeke Tîrmehê de ji nişka ve gule bi ser me de hatin barandin. Min dizanî ku ev pevçûna ewil a Serhed e û girêdayîna wî ya tembûra wî fêm dikir. Û ez di ferqê de bûm ku rewşên wiha kêliyên herî xweş ên piştgiriya rêhevaltiyê ne. Ji ber vê yekê min ji Huseyînê ku xwe li Serhed aciz kir re got ‘Xeberan nebêje em li vir bimirin jî em ê weke mirovan bimirin’.
Ev axaftin bû axaftina me ya dawî
Serê sibê saet pênc bû, min texmîn nedikir ku em ê ji vê pevçûnê sax derkevin. Me xwe spartibû pişt kevirekî û di bin dengê guleyan de em diaxivîn. Ev axaftin bû axaftina me ya dawî ya hersêyan.
Dema Serhed tiştên xwe vedişartin min dît ku Huseyîn êdî zêdetir nesekinî û çû. Gule weke baranê bi ser me de dibarîn. Û min dizanî ku kesên guleyan berdidin me dê piştî demekê me dorpêç bikin. Diviyabû me bilez kiriba. Ez ê li benda Serhedê ku me bi hev re dest bi vê rêwîtiyê kir û pariyê nane xwe parve kir bisekinim.
Me nedizanî ku em cara dawî li hevdû dinêrin
Dema Serhed got ‘amade me’ beriya ku em ji pişt kevirê em li pişt biçin me nedizanî em cara dawî li hevdu dinêrin. Me serê sibê ser û çavên xwe neşûştibûn. Riyên ku Serhed her serê sibê dişûştin vê sere sibê belav bûn. Çavên wî weke tiştekê bipirsin li min dinêrîn. Lê dema min çanteyê xwe avêt pişta xwe ne pirsa wî ne jî bersiv dizanî.
Leşkeran cihê xwe girtibûn û barandina guleyan didomandin. Wê kêliyê min hîs kir ku divê ewilî ez derkevim. Min li Serhed nêrî û got ‘ez ê pêşiya te derkevim’. Wî bi serê xwe pejirand û ez firiyam.
Li ku bû? Ketibû? Hatibû kuştin?
Di nava gulebaranê de car diketim car radibûm û dibeziyam. Li bendê bûm ku ew guleyên weke baranê dibariyan li laşê min bikevin û min bikujin. Di vê kêliyê de min digot qey Serhed jî li pey min dibeze. Berî ku fêm bikim ku berçavkên min ên bi awayekî baş girêdabûn çawa firiyan ketim erdê. Bi destan lê digeriyam. Lê dijminên me bi biryar bûn ku me bikujin. Min nedikarî zêdetir xwe mijûl bikim. Tevî ku berçavkên min nebûn jî dema rabûm ser piyan min ferq kir ku Serhad ne li pişt min e. Min careke din li kêlekê nêrî lê dîsa nedît. Li ku bû? Ketibû? Hatibû kuştin? Min nedizanî. An jî qet nebeziya bû?
Roj derbas nedibû
Min nedikarî bi paş ve jî vegerim. Min nedizanî bi kîjan alî ve jî dibezim. Nedizanî ku Serhad jî bi kîjan alî ve çû. Di bin barîna guleyan de karî xwe biavêjim pişt kevirekî herî nêz. Saet dora şeşan bû rojeke din a Tîrmehê ya dirêj ku derbas nedibû dîsa dest pê kiribû. Di bin vê barana guleyan de ez da avabûna rojê dîsa bibinim? Min nedizanî.
Serhed careke din van rêyan nabîne
Dema çend keviran derbas bûm û ketim newalê min ferq kir ku milîsê me û Huseyîn li pêş dibezin. Dema ber bi wan ve bilez beziyam hesirên çavên min xwe bi xwe dibarîn. Em ji Serhed qût bibûn û min dizanî ku di her kêliya derbas dibû de zêdetir navber dikeve nava me. Tişta ku tenê min dizanî ew bû ku; Serhed careke din van rêyan nabîne.
Ez gihiştim Huseyîn Kaytan û min ji wî re got ‘Serhed nehat’. Huseyîn li rûyê min jî nenêrî. Pişt re em hîn bûn ku Serhed ji aliyê cerdevanên Jîrkiyan ve hatiye girtin û hefteyekê hatiye îşkencekirin. Ji bo ku teslîmbûyîn qebûl nekiriye ew careke din anîne Feraşînê û bêyî darizînin înfaz kirine. Dema ev agahî gihişt ber destê me pêvajoya 2yê Tebaxê ya paşveçûnê bû.
Min nekarî bi salan gotinekê jî binivîsim
Min derbarê Hozan Serhed de nekarî bi salan gotinekê jî binivîsim. Ji bo di kuştina vî muzîkjenê bêhempa yê gelê Kurd de para min jî heye, ez difikirîm ku çi binivîsim jî wê têrê neke. Dema ez ji pişt wî kevirî derketim belkî ewilî ew derketibûya, heke ez li pişt wî bûma min ew winda nedikir û Hozan Serhedê didît ku ez li pişt wî me dibe ku baştir bibeziya. Bi salan ez van fikirîm.
Min karî piştî 9 salan derbarê Serhed de çend hevokan binivîsim
Ez her çiqas bizanibim ku Hozan Serhed bi paş ve nayê jî piştî çend salan vegera li ser axa Botanê ji bo min jêveneger bû. Qêrîna wijdana min ku bi salan min di hundirê xwe de girtibû encax Çiyayên Botanê dikarî wê hembêz bike. Û min ev hevokên xwe yên kêm ên derbarê Hozan Serhed de karî piştî 9 salan di şevên Botanê de binivîsim.”
Berhemên Hozan Serhed
Hozan Serhed gelek stran gotine û berhemeke wî ya ji 12 stranan pêk tê heye. Ev stran di berhema wî ya bi navê “Hewlêr” de cih digirin: “Hewlêr”, “Mîzgînê”, “Ax Kurdistan”, “Bîranîn”, “Wunken”, “Payîzê”, “Şêr e şêr e”, “Keça Agirî ya îsyankar”, “Beyadî”, “Vorê varo” û “Sîpanê Xelatê.”