• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li aqûbeta xwendekarê beşa rojnamegeriyê hate pirsîn

    Li aqûbeta xwendekarê beşa rojnamegeriyê hate pirsîn

    Hevjîna winda Îhsan Haran: Ez li vir im hûn li ku ne?

    Hevjîna winda Îhsan Haran: Ez li vir im hûn li ku ne?

    ‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

    ‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

    Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

    Li Wanê tabela û xizmeta bi Kurdî di nava dikandaran de zêde dibe

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 20ê KANÛNA 2025an

    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

    Şeva Yeldayê li Êlihê bi coş hat pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Huseyîn Bîrlîk: Divê gavên qanûnî û hiqûqî bên avêtin

Navenda Nûçeyan /AW

12 TÎRMEH 2025 - 12:16
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevberdevkê komîsyona rêxistinkirinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Huseyîn Bîrlîk têkildarî merasîma çekşewitandinê ya PKKê diyar kir ku dê ev roj bibe merheleyeke dîrokî û wiha got: “Eger dewlet gavên hiqûqî û siyasî neavêje dê ev pêvajo çawa pêş bikeve? Divê gavên qanûnî û hiqûqî bên avêtin.” 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9ê Tîrmehê de banga dîrokî kir. Piştî 26 salan yekem car bi dîmen daxuyanî da. Vê banga Abdullah Ocalan li Kurdistan û cîhanê deng veda. PKKê di 11ê Tîrmehê de bi Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêk dihat li Silêmaniye bi merasimekê çek îmha kirin û bersîv da banga Abdullah Ocalan. Herberdevkê komîsyona rêxistinkirinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Huseyîn Birlîk der barê pêvajoya heyî de ji ajansa Welat re axivî. Huseyîn Bîrlîk, anî ziman ku ew dê xeyala Abdullah Ocalan a Asti û Civaka Demokratik bi cih bînin û wiha got: “Çi bikeve ser milê me em ê bikin. Em ê rexistinên xwe ji nû ve ava bikin.”

Huseyîn Bîrlîk diyar kir ku dê ev pêvajo bibe wesîleya Civaka Aştî û Demokratîk û got: “Li ser erdnîgariya Kurdistanê bi taybetî jî li Mezopotamyayê beriya 2 hezar salan li ser vê axê şaristaniyek hat avakirin. Li cîhanê belav bû. 11ê Tîrmehê dê ji bo gelê Kurd li Rojhilata Navîn û li hemû mirovahiyê bibe rojeke dîrokî. Lewre bangewaziya birêz Ocalan ji bo wekhevî, jiyana hevpar, civaka demokratîk û aştiyane pêk bê, girîng e. Tevgerera Azadiyê 50 sal in ji bo mafê gelê Kurd, Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê têdikoşe. Îro PKK vê pêvajoyê derxiste hemleyeke din. Bi bangewaziya birêz Ocalan, gerîlayên azadiya Kurdistan bi 30 kesî çekên xwe şewitandin. Ev rojeke dîroki ye. Ji bo bopêvajo pêş bikeve û pirsgirêka gelê Kurd çareser bibe, divê hemû beşên civakê tev li siyaseta demokratîk bikin. Ev merhaleya çek danînê pir girîng e. Bi banga Abdullah Ocalan dê merheleyeke nû pêş bikeve. Gelê me li ber televîzyonan merasima îmhakirina çekan bi hestiyarî temaşe kir.”

‘Civaka Aştî û Demokratîk’

Huseyîn Bîrlîk da zanîn ku di salên ku PKK hat avakirin, ewil li ser şert û mercên Siyaseta Demokratîk hate avakirin û got: “Birêz Ocalan çawa ku di salê 90î de digot, em li muhatabekî digerin, îro dîsa jî heman tiştî dibêje. Ger ku ev pêvajo bi rêya ‘Aştî û Civakek Demokratîk’ neyê avakirin û civak hemû tevli vê pêvajoyê nebin dê astengî dîsa derbikeve. Kesên ku dibêjin em sosyaslîst û demokratin divê ew jî xwedî li vê pêvajoyê derbikevin. Lewre aştî bi tevlêbûna gelan a pêvajoyê pêk tê. Yanî Birêz Ocalan jî berpirsyarî li ser milên xwe girt. Ji îro şûnde bi çekan pirsgirêk çareser nabe. Bi têkoşîna çekdarî ya 50 salan înkara gelê Kurd ji holê rabû. Em ê ji niha û şûnde siyaseta demokratîk pêş bixin. Em ê Aştî û Civaka Demokratîk pêş bixin. Divê li şûna şer siyaset û hiqûq pêş bikeve. Divê civak jî vi bari bide ser milê xwe. Dîsa divê hêzên navneweteyî erk bidin ser milê xwe.”

‘Rêyên demokrasî û hiqûqî ava bikin’

Huseyîn Bîrlîmk xwest gava ku PKKê avêtiye baş bê nirxandin û got: “Ev destpêk divê baş bê nirxandin. Divê hikûmet û serok komar, bi rayedarên dewletê jî amadekariya qanûnî li pêş bixin. Ger ku bingehên qanûnî û yasayî pêk neyên ev komîsyon di meclisê de nayê avakirin dê ev pêvajo çawa di pêş de biçe? Abdullah Ocalan û tevgera xwe samîmîyetek nişan da. Divê em li ser esasên aştî, demokrasî û wekheviyê amade bin. Divê ewil meclis erka xwe pêk bîne û zagonan amade bike.”

‘Em rêxistinên xwe ava dikin’

Huseyîn Bîrlîk herî dawî wiha got: “Weke DBPê heta îro me çawa ji bo Aştî û Civaka Demokratîk hewl da, ji niha û şunde em ê zêdetir li bangê xwedî derbikevin. Em ê li hemu qadan, astiyê pêş bixin û Civaka Demokratîk bi rêxistin bikin. Em ê ji xeyala birez Ocalan a Asti û Civaka Demokratik re bibin bersîv. Em ê rexistinen xwe ji nû ve ava bikin. Ji xeynî serkeftinê çare tune.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li aqûbeta xwendekarê beşa rojnamegeriyê hate pirsîn

Li aqûbeta xwendekarê beşa rojnamegeriyê hate pirsîn

20 KANÛN 2025
Li Wanê bi girseyî çûn şîna Elîşêr Feraşîn

Li Wanê bi girseyî çûn şîna Elîşêr Feraşîn

20 KANÛN 2025
Hevjîna winda Îhsan Haran: Ez li vir im hûn li ku ne?

Hevjîna winda Îhsan Haran: Ez li vir im hûn li ku ne?

20 KANÛN 2025
Ber bi Bajarê Jinan Amedê ve: Em ê bi feraseta azadiya jinan bi rê ve bibin

Ber bi Bajarê Jinan Amedê ve: Em ê bi feraseta azadiya jinan bi rê ve bibin

20 KANÛN 2025
Ebrû Gunay: Ji aliyekî ve aştî ji aliyê din ve gefxwarin nabe

Ebrû Gunay: Ji aliyekî ve aştî ji aliyê din ve gefxwarin nabe

20 KANÛN 2025
‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

20 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (380)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne