IFJê rapora têkildarî binpêkirina mafên rojnamegeran parve kir û diyar kir ku di sala 2024an de 122 rojnameger hatin kuştin.
Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) têkildarî binpêkirina mafên mirovan a rojnavanan a sala 2024an raporek eşkere kir. IFJê di raporê de diyar kir ku 122 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatin kuştin ku 14 ji wan jin bûn. IFJê di raporê de xwestin ku Peymana navneteweyî ya têkildarî parastina rojnamevanan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bê qebûlkirin. IFJê di raporê de ragihandin ku li Rojhilata Navîn û welatên Ereb 77 rojnamevan hatin kuştin û di êrişên Îsraîlê de ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve hejmara rojnamevanên Filistînî yên hatin kuştin gihiştiye 147 kesan.
Tirkiyeyê rojnameger kuştin
IFJê bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li ser rojnamegeran jî û ev agahî parve kir: “Li Herêma Kurdistanê ya Federe Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin kuştin. Li Iraqê bi giştî 3 rojnamevan, li Sûriyeyê jî di 4ê Kanûnê de wênevanek hatin kuştin. Li herêma Asya-Pasîfîkê; li Pakistanê 7, li Bangladeşê 5, li Hindistanê 3, li Kamboçyayê 1, li Filipînê 1, li Endonezyayê 1, li Qazaxistanê 1 rojnamevan hatin kuştin. Li Myanmarê 3 rojnamevan ji aliyê rejîma leşkerî ve hatin kuştin. Li Efrîkayê 10, li parzemîna Emerîkayê 9 rojnamevan, li Ewropayê jî 4 rojnamevan hatin kuştin.
Li gorî rapora IFJ’ê heta 31ê Kanûna 2024an 516 rojnamevan girtî ne.