Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi hemû şax û nûnertiyên xwe ve ji bo girtiyê newxweş ê giran Mehmet Emîn Çam ê daxuyanî da. ÎHD di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku Mehmet Emîn Çam nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike û anî zima ku divê Mehmet Emîn Çam demildest were berdan.
AMED

Şaxa ÎHDê ya Amedê ji bo girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Çam were berdan daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a ÎHDa Şaxa Amedê Alî Îhsan Demîrtaş ve hat xwendin.Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHDê, diyar kir ku ragirtina girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Çam di serî de dibe binpêkirna mafê jiyanê.
ÊLIH

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê têkildarî rewşa girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Çam li ber avahiya xwe ya taxa Kulturê ya Êlihê daxuyanî dan. Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Semra Guneş, Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik, endam û rêveberên DEM Partî û DBPê û yên ÎHDê û OHDa Êlihê û gelek endamên saziyên civaka sivîl li wir amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em di girtîgehan de ne mirinê jiyanê diparêzin” û “Divê girtiyên nexweş serbest bêne berdan” hat vekirin. Metna daxuyaniyê endamê ÎHDê Zana Yucelbozkurt xwend.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
WAN

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê, têkildarî rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam li avahiya xwe ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser nexweşiyên Mehmet Emîn Çam û xwestin demildest bê berdan. Li eywana ku daxuyanî lê hat dayîn, pankarta “Girtiyên nexweş berdin” hat vekirin û hevserok û rêveberên ÎHDê di daxuyaniyê de amade bûn. Metna daxuyaniyê Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHDê Kemal Tîbelîk xwendi. Kemal Tîbelîk bi bîr xist ku Mehmet Emin Çam ê 74 salî yê di Lîsteya Girtiyên Nexweş a komeleya wan de ye û da zanîn ku ew pêvajoya wî ji nêz ve dişopînin.
SÊRT

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Sêrtê têkildarî rewşa girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Çam ê ku tevî nexweşiyên wî yên kironîk jî hene dîsa li girtîgeha tê girtin li ber deriyê avahiya xwe ya li Sêrtê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredarên Sêrtê, Hevserokên DEM Partî û DBPê yên Sêrtê, rêveberên DÎSKê, rêveberên TAUY-DER û MEBYA-DER û yên ÎHDê û OHDa Sêrtê û gelek endamên saziyên civaka sivîl li wir amade bûn. Pankarta ku li serê “Mirov bi mafên xwe mirov e” hatibû nivîsandin hate hilgirtin. Daxuyaniyê hevpar Hevseroka ÎHDa Sêrtê parêzer Zozan Akdogan xwend.
ÎZMÎR

Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê, derbarê rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam (74) li avahiya komeleyê daxuyaniyek da. Li hola ku daxuyaniyê lê hat dayîn pankarta “Ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam banga lezgîn” hat daliqandin. Rêvebera ÎHDa Îzmîrê Nazli Turan metna çapemeniyê xwend.
Daxuyaniya hevpar a ÎHDê wiha ye:
“Agahî hatibû girtin ku girtiyê nexweş Mehmet Emin Çam ê 74 salî yê di Lîsteya Girtiyên Nexweş a komeleya me de ye û em pêvajoya wî ji nêz ve dişopînin, li Girtîgeha Tîpa T a Êlihê tê ragirtin û ji ber xirabûna rewşa wî ya tenduristiyê hefteya borî rakirine nexweşxaneyê. Ji ber xirabûna rewşa wî ya tenduristiyê hefteya borî rakirine nexweşxaneyê. Mehmet Emin Çam di dîroka 18ê adara 2026an de birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê û ew di 19ê adarê de jî bi gumanbarîya ‘tuberkulozê (verem)’ sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hatiye kirin. Hat zanîn ku piştî vê yekê Mehmet Emin Çam dîsa birine girtîgehê; lê belê derbarê rewşa wî ya tenduristiyê û pêvajoya sewqkirinê de agahiyeke zelal nedane malbatê.
‘Nikare li ser pêyan bisekine’
Malbatê agahî daye komeleya me ku Mehmet Emin Çam di 25.03.2026an de dîsa birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Li gora agahiyên ji hevdîtinên malbatê hatine girtin, rewşa tenduristiyê ya Mehmet Emin Çam girantir bûye. Tê diyarkirin ku nikare li ser piyan bisekine, di axaftinê de zehmetiyê dikişîne û car caran hişê xwe winda dike û xizmên xwe nas nake. Di ser temenê wî yê mezin re, gelek nexweşiyên wî yên giran û piralî hene. Nexweşiya Mejî, Nexweşiya Dil, Nexweşiya Gurçikan, Felcbûn û Astengî û çend nexweşiyên din jî lê hene. Hatiye ragihandin ku çend hefteyên dawî gava kuxiye, ji devê wî xwîn hatiye. Ev tablo, ligel nexweşiyên wî yên giran ên heyî, rîskeke mezin û lezgîn ava dike.
‘ATKê gotiye ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’
Tevî rewşa wî ya krîtîk, Saziya Bijîşkiya Dadê (ATK) di 03.12.2025an de rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” daye; daxwazên taloqkirina înfazê jî di 10.03.2026an de hatine redkirin.
Dema ku temenê wî yê mezin, nexweşiyên wî yên kronîk û piralî û rewşa wî ya ku hewceyî tedawiya domdar e bi hev re bêne nirxandin; ne pêkan e ku Mehmet Emin Çam di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe bi tendurist bidomîne.“Ji bo ku bigihîje tedawiya domdar û bê navber, divê înfaza wî bê taloqkirin û bê berdan. Li gorî xala 16an a Qanûna Hejmar 5275, di rewşên nexweşiya giran an jî astengdariyê de taloqkirina înfaza cezê pêkan e. Her wiha di çarçoveya xala 17an a Destûra Bingehîn de, mafê her kesî heye ku li gorî rûmeta mirovahiyê bijî. Dewlet berpirsiyar e ku jiyan û tenduristiya girtiyên di bin çavdêriya xwe de biparêze.
‘Ji bo girtiyên nexweş berpirsiyariyê bigirin ser xwe’
Dema ku temenê wî yê mezin, nexweşiyên wî yên kronîk û piralî û rewşa wî ya ku hewceyî tedawiya domdar e bi hev re bêne nirxandin; ne pêkan e ku Mehmet Emin Çam di şert û mercên girtîgehê de jiyana xwe bi tendurist bidomîne. Ji bo ku bigihîje tedawiya domdar û bê navber, divê înfaza wî bê taloqkirin û bê berdan. Li gorî xala 16an a Qanûna Hejmar 5275, di rewşên nexweşiya giran an jî astengdariyê de taloqkirina înfaza cezê pêkan e. Her wiha di çarçoveya xala 17an a Destûra Bingehîn de, mafê her kesî heye ku di hundirê rûmeta mirovahiyê de bijî. Dewlet berpirsiyar e ku jiyan û tenduristiya girtiyên di bin çavdêriya xwe de biparêze.
Banga berdanê
Li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî; ragirtina girtiyên nexweşên giran di girtîgehê de û nepeydakirina xizmeta tenduristiyê ya pêwîst, tê wateya binpêkirina “mafê jiyanê” (xala 2an) û “qedexeya îşkence û muameleya xerab” (xala 3yan). Wek Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), em vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û em bi raya giştî re parve dikin ku me hewldanên pêwîst dane destpêkirin. Em di serî de Wezareta Dadê, bang li hemû saziyên peywendîdar dikin ku ji bo azadkirina Mehmet Emin Çam û hemû girtiyên nexweş bi lezgînî berpirsiyariyê bigirin ser milê xwe.”










