• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

ÎHD: Kaytan û Okur serbest berdin

Navenda Nûçeyan / AW

14 KANÛN 2024 - 16:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaxên ÎHDê yên Enqere, Stenbol û Îzmirê û xizmên girtiyên nexweş xwest girtiyên nexweş Mehmet Okur û Hayatî Denîz Kaytan serbest bêne berdan.

Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Stenbol, Îzmir û Enqereyê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş li Îzmîr, Enqere û Stenbolê daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş serbest berdin.

Îzmîr

Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê li ber Sûmerbanka kevn a Konakê daxuyanî da. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn û pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemînin, nebin şirîkê sûc” vekirin. Rêvebera Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî anî ziman ku girtiyan biçûk dibînin û heqaretê li girtiyan dikin û wiha got: “Berpirsiyarê tenduristiya girtiyên nexweş dewlet e. Girtî her ku diçe tên îzolekirin, destûr nayê dayîn ku bi girtiyên din re hevdîtinê pêk bînin, li cihên ku tavê nabînin tên girtin.”

Stenbol

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDê ya Stenbolê çalakiya 664emîn a “Rûniştina F” ya ku her hefte li dar dixe, li ber avahiya şaxa Beyoglûyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Mehmet Okur ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandirayê ya Kocaeliyê ye hat parvekirin û ji bo serbestberdana wî bangawazî hat kirin. Di çalakiyê de pankartên “Bila Mehmet Okur bê berdan” û “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” vekirin û pankartên ku wêneyên girtiyên nexweş li sere hilgirtin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Dermankirin maf e û nayê astengkirin”, “Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e” û “Bila Mehmet Okur serbest bê berdan” berzkirin.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHDê Mehmet Acettîn diyar kir ku Okur ê 29 sal in di girtîgehê de ye, bi pençeşêra mesane, KOAH û fitiqê ketiyedivê demildest bê berdan. Acettîn destnîşan kir ku dermankirina Okur a di şert û mercên girtîgehê de ne pêkan e.
Acettîn bang kir ku girtiyên nexweş bên berdan.

Enqere

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 536emîn de li Kolana Sakaryayê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de îşaret bi rewşa Hayatî Denîz Kaytan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Boluyê girtî ye hat kirin.

Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Enqereyê Omer Faruk Yazici diyar kir ku Hayatî Denîz Kaytan ji ber tumora di mejiyê xwe de emeliyat bûye, destê wî yê rastê birîndar bûye û heta asteke zêde nikare bi kar bîne û ji ber nexweşiyê milê wî yê çepê jî diêşe.

Yazmaci xwest mafê jiyanê yê Kaytan bê parastin û heya baş bibe infaza wî bê taloqkirin.

Etîket: EnqereÎHDİzmirStenbol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

31 ADAR 2026
Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

27 ADAR 2026
Ji Îzmîrê banga edaletê: 18 meh in rastiya Rojîn Kabaîş tê veşartin

Ji Îzmîrê banga edaletê: 18 meh in rastiya Rojîn Kabaîş tê veşartin

27 ADAR 2026
Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

Li Îzmîrê pêla binçavkirinên piştî Newrozê hat protestokirin

27 ADAR 2026
Di meha 18emîn de ji bo Rojîn Kabaîş daxwaza edaletê hate kirin

Di meha 18emîn de ji bo Rojîn Kabaîş daxwaza edaletê hate kirin

27 ADAR 2026
ÎHDa Amedê: 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

ÎHDa Amedê: 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

27 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Geylanî: PJAK hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (6)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne