Parêzvanên mafên mirovan di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan de li ber Şaxa ÎHDê ya Stenbolê daxuyanî dan û xwestin Nîmet Tanrikûlû û Hatîce Onaran bên berdan.
Parazvanên mafên mirovan di çarçoveya 10-17ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kom bûn û xwestin hevalên wan Nîmet Tanrikûlû û Hatîce Onaran bên berdan. Dayikên Şemiyê, Navenda Bîrgehê, Komeleya Dema Jinan û EMEP beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Nimet Tanrikûlû û Hatîce Onaran berdin” vekirin û wêneyên parêzvanên mafên mirovan ên girtî Nîmet Tanrikûlû û Hatîce Onaran hilgirtin.
Endama Lijneya Rêveber a ÎHDê ya Oya Ersoy axivî. Oya Ersoy diyar kir ku parêzvanên mafên mirovan davêjin girtîgehê û got: “Me weke parêzvanên mafên mirovan, tu carî serî li ber faşîzma desthilatdaran netewandiye ûji niha şûnde jî netewînin. Em ê her tim û di bin her şert û mercî de parastina mafên mirovan û aştiyê bikin û daxwaza edaletê bikin.”
Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) yê Stenbolê Umît Efe jî diyar kir ku hevalên wan bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin û got: “Em ê şopdarê rewşa hevalên xwe bin û em ê demildest hevalên xwe yên girtî ji wir derxin.”
Ji Dayikên Şemiyê û xwişka Hayrettîn Eren ê hatiye windakirin, Îkbal Eren jî anî ziman ku Nîmet Tanrikûlû û Hatîce Onaran hevalên wan ên têkoşîne ne û wiha got: “Ew niha ne di nava me de ne. Hevalên me di Hefteya Mafên Mirovan de bi tacîza mafên mirovan re rû bi rû man. Ne ew û ne jî hevalên me yên din heq nakin ku hefteyek bi vî rengî di girtîgehê de bin. Ji bo hevalên me bên berdan em ê têbikoşin.”
Ji Dayikên Şemiyê û dayika Mûrat Yildiz ê di binçavan de hat windakirin Hanîfe Yildiz jî anî ziman ku yekane sûcê hevrêyên wan ên têkoşînê Nîmet Tanrikûlû û Hatîce Onaran parastina mafên mirovan e û xwest demildest serbest bên berdan.