Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên gelek bajaran bi daxwaza berdana parastvana mafê mirovan Hatîce Onaranê daxuyanî dan. Di daxuyaniyên hatine dayîn de hat diyarkirin ku bêyî ku xeteriyeke jiyanî pêk were divê parastvana mafê mirovan Hatîce Onaran tavile were berdan.
Şaxên Komeleya Mafê Mirovan yên gelek bajaran bi daxwaza berdana parastvana mafê mirovan Hatîce Onaranê daxuyaniya hevpar dan. Tevî rêveber û nûnerên ÎHDê, gelek parastvanên mafên mirovan, rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyên hevpar hatine dayîn bûn.

Wan
Şaxa ÎHDa Wanê di avahiya xwe yê li navçeya Rêya Armuşê de bi daxaza berdena girtiya nexweşa û parêzvana mafên mirovan Hatice Onaranê daxuyanîyek da. Endamê İHDê û nunerên saziyên sivîl tevlî daxuyanîyê bûn. Tirkiye metna hevpar a daxuyaniyê Endamê Komîsyona Girtîgehan a Navendî û rêveberê Şaxa ÎHDê yê Wanê Sedat Kula xwend. Di daxuyaniyê de biryara Hatîce Onaran hatiye dayîn wekî bêhiqûqî hat diyarkirin û hat destnîşankirin ku parastina mafên mirovan sûc nîne.

Amed
Şaxa ÎHDa Amedê jî ji bo parastvana mafê mirovan Hatîce Onaran were berdan di avahiyê komeleya xwe de daxuyanî da. Daxuyaniyê endama Komîsyona Girtîgehan Esra Saçaklidir hate xwendin. ÎHDa Amedê bal kişand ser metirsiya ser jiyana Hatîce Onaran û xwest tavile were berdan.

Colemêrg
Şaxa ÎHDa Colemêrgê dê bi daxwaza parastvana mafên mirovan û girtiya nexweş Hatîce Onaran demildest were berdan li Kolana Hunerêya navçeya Geverê daxuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Metan daxuyaniyê Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çaprazê xwend. Sîbel Çaprazê berî ku metna daxuyaniyê bixwîne got: “Ji bo berdana girtiyên nexweş hewceyî bi zagonan nîn e, lewma pêwîst e demildest verin berdan.”

Êlih
Şaxa ÎHDê ya Êlihê bi daxwaza parastvana mafê mirovan û girtiya nexweş Hatîce Onaran bê berdan li pêşiya avahiyê komeleyê daxuyanî dan û got: “Divê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê li ber çavan bê girtin. Şert û mercên heyî xetereyek cidî ya binpêkirina mafê mirovan derdixe holê. Divê Hatîce Onaran were berdan.”
Şaxa ÎHDa Êlihê bi daxwaza parastvana mafê mirovan, girtiya nexweş Hatîce Onaran bê berdan li pêşiya avahiê komeleyê ya li taxa Kulturê daxuyanî da çapemeneyê. Gelek endam û rêveberên ÎHDê û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê parêzer Halîl Îbrahîm Altûnkaynak xwend. Altûnparmak bal kişand ser nexweşiyên parastvanan mafê mirovan Hatîce Onaran û diyar kir ku divê tavile were berdan.

Îzmîr
Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê, ji bo parastvana mafên mirovan û girtiya nexweş Hatîce Onaran serbest bê berdan, li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûcan!” hate vekirin. Daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş ve hate xwendin.
Zîlan Gumuş da zanîn ku Hatice Onaran bi gelek nexweşiyên giran ve, taybetî bi kansera rûvî (kolon) re têdikoşe û wiha got: “Heke rayedarên peywendîdar tedbîrên pêwîst negrin, dê binpêkirina mafê jiyanê derkeve holê. Ji ber van sedeman, jiyana girtiya nexweş Hatîce Onaran di bin metirsiyeke mezin de ye. Divê daxwaza taloqkirina cezayê ya Hatîce Onaranê tavilê were qebûlkirin. Divê raporên tenduristiyê bi lez werin girtin û berdana wê were dabînkirin. Ev yek hem li gorî hiqûqa navxweyî hem jî li gorî peymanên navneteweyî, pêdiviyeke mecbûrî ye. Em wek komele careke din bang li rayedaran dikin ku ji bo hevala me Hatîce û hemû girtiyên nexweş bi berpirsyarî tevbigerin û wan berdin.”
Metna hevpar a daxuyaniyê wiha ye:
“Aktîvîsta mafên mirovan Hatîce Onaran ji Cotmeha 2024an vir ve li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin. Ew ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 13emîn a Stenbolê ve bi tohmeta “Binpêkirina Qanûna Pêşîlêgirtina Fînansekirina Terorîzmê” hate darizandin û 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.
‘Bi salan e parastvana mafê mirovan dike’
Hatîce Onaran bi salan e di têkoşîna mafên mirovan de cih digire û endameke çalak a Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê ye. Hevala me Hatîce di çarçoveya çalakiyên mafên mirovan ên aştiyane û rewa de bi berdewamî hevgirtina xwe bi girtiyên nexweş û feqîr re nîşan daye; wê piştgirî daye pêkanîna pêdiviyên bingehîn ên girtiyan.
‘Gelek caran alîkarî kiriye’
ÎHDê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser têkoşîna parastvana maf Hatîce Onaran û wiha got: “Hevala me Haticeyê ji bo 10 girtiyên ku rewşa wan a aboriyê nexweş e, ji 200 heta 450î lîreyan pere razandiye û lewma hatiye mehkûmkirin. Gelek girtî ji malbatên xizan tên û vî pereyî ji bo kirîna pêdiviyên xwe yên bingehîn (nan, av, tiştên taştê û berhemên lênêrîna kesane) di kantînê de bikar tînin. Lêbelê, li gorî qanûnên heyî, bikaranîn û birêvebirina fonên ku li ser navê girtiyan têne razandin bi tevahî di bin kontrol û desthilata rêveberiya girtîgehê de ye. Ev pereyên tên razandin ku di bin kontrola rêveberiyê de ne, ji bo pêvajoyên dadwerî û dabeşkirina wan wekî “fînansekirina terorîzmê” sepandinek kêfî û çewt a qanûnê ye.”
‘Hevgirtina mirovî dikin sûc’
ÎHDê da zanîn ku alîkariyên Hatîce Onaranê yên biçûk bi agahî û şopandina girtîgehê de pêk hatine û ev tişt gotin: “Herwiha, dema ku armanc û ruhê Qanûna Hejmara 6415 tê hesibandin, tevî bexşên bi vî rengî yên piçûk, ku di çarçoveya hevgirtina mirovî ya takekesî de hatine kirin û di bin çavdêriya rêveberiya girtîgehê de hatine xerckirin, di çarçoveya qanûnê de nehevsengiyek eşkere pêk tîne. Hatice Onaran bi nasnameya xwe ya Komara Tirkiyeyê, bi awayekî zelal pere razand ser hesabên fermî yên girtîgeheke girêdayî Komara Tirkiyeyê. Ti nepenî, talîmatên rêxistinî an toreke darayî ya neqanûnî tê de tune. Lêbelê, îro mijar ne tenê nîqaşeke qanûnî ye. Tenduristiya Hatice Onaran di xetereyê de ye.”
‘Nexweşa penceşêrê ye’
ÎHDê di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser metirsiyên tenduristiyê yên Hatîce Onaranê û ev wiha pê de çû: “Onaran nexweşiya penceşêra kolonê heye û rêjeya astengdariyê ji sedî 79 e. Piştî girtina wî, dermankirin û kontrolên wî yên birêkûpêk hatin rawestandin û tenduristiya wî xirabtir bû. Di lênêrîna dawî ya PETê de li devera zikê wî birînên nû (girêk) hatin dîtin. Li gorî nirxandineke pêşîn a Pisporê Tiba Edlî li Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Prof. Dr. Umît Bîçer, penceşêr dîsa derketiye holê û şert û mercên heyî yên girtîgehê xetereyek ji bo jiyanê çêdikin. Di 5ê Çileya 2026an de ji bo teşhîsa dawî biyopsî hat kirin. Lêbelê, şert û mercên veguhestinê ji nexweşxaneyê bo nexweşeke penceşêrê û keseke astengdar pir dijwar bûn û li dijî rûmeta mirovan e. Hevala me Hatîce bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kocaeliyê hat veguhastin ku ji saetekê zêdetir dûrî girtîgehê ye. Tevî ku piştî biyopsiyê êş kişandibû jî, ew bi kelepçeyan di wesayîta veguhastinê de hat girtin. Ev şert û merc ji bo girtiyekî bi nexweşiya giran nayên qebûlkirin.
‘Serlêdan bêencam man’
Di dirêjiya daxuyaniyê de ÎHDê banga taloqkirina cezayê Hatîce Onaranê kirin û wiha gotin: “Derbarê Hatice Onaranê de ji ber rewşa tenduristiya wê du serlêdan ji bo taloqkirina cezayê wê hatine kirin. Serlêdana yekem a taloqkirinê hat redkirin; derbarê serlêdana duyem de hîn biryar nehatiye dayîn. Serlêdanên ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ve ji Wezareta Dadê û rêveberiya girtîgehê re hatine kirin, heta niha encamek erênî nedane. Rêziknameyên Standard ên Kêmtirîn ên Neteweyên Yekbûyî ji bo Muameleya bi Girtiyan re (Rêziknameyên Nelson Mandela) xalên zelal dihewînin. Ev herdu xalên rêziknameyê wiha ne:
“•Rêziknameya 24: Berpirsiyariya dewletê ye ku girtî bi awayekî wekhev û bêcudakarî bikaribin bigihîjin xizmetên tenduristiyê.
•Rêziknameya 27: Divê girtîgeh di rewşên awarte de lênêrîna bijîşkî ya tavilê peyda bikin û di rewşên ku dermankirina taybetî hewce dikin de divê girtî ji saziyên tenduristiyê yên guncaw re werin şandin.”
Şertên girtîgehê ne guncav in
ÎHDê di daxuyaniya xwe de banga berdana hemû girtiyên nexweş kir û wiha pê de çû: “Girtîgeha ku Hatice Onaran lê tê girtin, xwedî binesaziya tenduristiyê ya têrker nine. Mercên veguhestina wê bo nexweşxaneyê jî ji bo nexweşeke ku dermankirina penceşêrê dibîne ne guncaw in. Onaran dest bi kemoterapiya pêşîlêgirtinê kiriye û rûniştina yekem di 10ê Sibata 2026an de hatiye kirin. Hatice Onaran bi xwe di hevdîtina xwe ya dawî de bi parêzerê xwe re diyar kir ku di dema kemoterapiyê de ew bi kelepçeyan hatiye girtin, ev pêvajo bi qasî sê saet û nîvan dom kiriye û cendirmeyan di dema dermankirinê de ji odeyê derneketine, bi vî awayî mahremiyeta nexweşan binpê kirine. Pejirandina tavilê ya serlêdana Hatice Onaran ji bo paşxistina cezayê wê, derxistina bilez a raporên bijîşkî yên pêwîst û berdana wê hem li gorî qanûnên navxweyî û hem jî li gorî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî tê de beşdar e, mecbûrî ye. Wekî Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan em careke din daxwaz dikin ku rayedar bi berpirsiyarî tevbigerin da ku hevala me Hatice û hemî girtiyên nexweş azad bibin.”









