Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanî da û diyar kir ku mafê perwerdehiya bi Kurdî mifteya aştiyê ye.
Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Metna bi zaravayê Kurmancî ji aliyê rêveberê komeleyê Mustafa Kizartici ve, metna bi Tirkî jî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHDê Zîlan Gumuş ve hate xwendin.
‘Zimanê dayikê mîrata hevpar a mirovatiyê ye’
Mustafa Kizartici destnîşan kir ku zimanê dayikê ne tenê mafekî şexsî ye, di heman demê de mafekî kolektîf ê civakê ye û bal kişandin ser van xalan:
* Sedema herî mezin a li pêşiya perwerdehiya bi zimanê dayikê, hişmendiya ‘netewe-dewlet’ e. Dewletên netewe bi nêzîkatiyên yekperest û asîmilasyonê, zimanên dervayî zimanê fermî tine dihesibînin.
* Zimanê dayikê amûra herî bingehîn e ku mirov pê xwe îfade dikin û çanda xwe didomînin. Windabûna her zimanekî, windabûna nirxekî mirovatiyê ye.
* Jiyana azad û birûmet tenê bi parastina pirdengî û pirçandî pêkan e.
Mustafa Kizartici di dawiya daxuyaniyê de rexne li polîtîkayên dewletê kir û got: “Her çend gavên wek TRT Kurdî û dersên bijarte girîng bin jî, ev gav bersiva daxwazên bingehîn nadin. Îro hîn jî şano, sîne-konser û çalakiyên çandî yên kurdî ji aliyê mîlkiyeyan ve têne qedexekirin. Li girtîgehan dest datînin ser pirtûk û nameyên kurdî, li kolanan navên kurdî têne qedexekirin.”













