Li gorî IHRNGOyê di xwepêşandanên Îran û Rojhilat de herî kêm 192 kes hatine kuştin û daxuyand ku dibe ku ev hejmar du hezarî derbas kiribe.
Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja xwe ya 15an de berdewam dikin, binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên ji aliyê hêzên rejimê ve di rojevê de ne. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) di daxuyaniya xwe ya li ser malpera fermî de diyar kir ku di êrişên rejimê de herî kêm 192 kes hatine qetilkirin, lê ji ber qutkirina înternetê ya li seranserê welat, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir be.
Dibe ku zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî daneyên hatine piştrastkirin, di nav wan de 9 jê zarokên temenê wan di bin 18 saliyê de, bi giştî 192 kes hatine qetilkirin. Herwiha hat gotin: “Di heman demê de raporên nehatine piştrastkirin nîşan didin ku bi sedan kes, li gorî hin çavkaniyan jî zêdetirî 2 hezar kes hatine kuştin. Ji ber qutbûna înternetê û agahiyên kêm, di şert û mercên îro de piştrastkirina serbixwe gelek dijwar e.”
Di daxuyaniyê de bal kişand ser raporên der barê dîtina bi sedan cenazeyên li morgên Tehranê û nûçeya kovara Time ku dispêre bijîşkekî û dibêje di şeş nexweşxaneyan de herî kêm 217 xwepêşander hatine tomarkirin.
IHRNGOyê ji bo mudaxileyê bangî raya navneteweyî kir.












