Înîsiyatîfa Nûn bi daxuyaniyekê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan a fîzîkî tê wateya rakirina zinarê giran ê li ser singa milyonan û kilîta azadiya jin û gelan e.
Înîsiyatîfa Nûn a Azadiya Abdullah Ocalan bi boneya 4ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand. Însiyatîfê diyar kir ku 4ê Nîsanê berbanga hişmendiyeke nû ye û destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan sembola azadiya mîlyonan e.
‘Ronesansa jinê û felsefeya jiyanê’
Di daxuyaniyê de hate gotin ku 4ê Nîsanê di meşa azadiya gelan de xaleke veguherînê ye. Hate destnîşankirin ku Abdullah Ocalan bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” pergalên baviksalarî hejandine û ji bo jinan û gelên bindest bûye modela ronesansê. Hate diyarkirin ku Ocalan ne tenê rêberekî siyasî ye, lê belê nasname û rastiya zindî ya gelê Kurd e.
‘Azadiya fîzîkî daxwazeke neteweyî ye’
Înîsiyatîfê destnîşan kir ku girtîgeha Îmraliyê bi ramanên Abdullah Ocalan veguheriye platformeke ronakbîriyê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ne tenê daxwazeke hiqûqî ye, lê belê mîsogeriya aştiyê û naskirina destûrî ya gelê Kurd e û wiha hate gotin: “Azadiya wî tê wateya rakirina zinarê giran ê li ser sînga mîlyonan.”
Banga seferberiyê
Înîsiyatîfa Nûn bang li saziyên navneteweyî, akademîsyen û demokratan kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan seferber bibin. Her wiha bang li dewleta Tirk hate kirin ku berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne, qanûnên entegrasyona demokratîk derxîne û astengiyên li pêşiya “mafê hêviyê” rake.













