Însiyatîfa Edalet û Rêzgirtin ji Miriyan re, nerazîbûn nîşanî êrişa li dijî cenaze û sersaxiya endamê HPGê Ferhat Tûnç da û wiha got: “Destwerdanên li cenazeyan, xesarê dide pêvajoyê. Divê êrişên ku cenazeyan dikin hedef tavilê bên rawestandin û ji şînê re hûrmet bê nîşandin.”
Însiyatîfa Edalet û Rêzgirtin ji Miriyan re têkildarî êrişên polîsan ên li dijî cenaze û şîna endamê HPGê Ferhat Tunç (Xebat Goyî) ku di 30yê Hezîrana 2017an de li herêma Herekol a navçeya Berwarî ya Sêrtê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişa li ser cenazeyan xesarê dide pêvajoya aştiyê.
Hat diyarkirin ku êrişa polîsan a li dijî cenazeyê Ferhat Tûnç nayê qebûlkirin û wiha hate gotin: “Mudaxileya polîsan a li dijî şînê, binçavkirina birayê Ferhat Tunç ji ber hilgirtina wêne û astengkirina mizgeftê ya ji bo şînê hewldanên afirandina atmosfereke aştiyane bi awayekî cidî tehdît kirine. Di pêvajoyeke bi vî rengî ya şikestî de, parvekirina li êşê û wergirtina şînê bi rêzdarî, şertê herî bingehîn ê wijdanê hevpar ê civakê ye.”
Di daxuyaniyê de bang li rayedaran hate kirin ku êrişên li dijî taziyeyan demildest bi dawî bibin.