Înîsîyatîfa Yekitiya Demokratîk ku têkildarî êrişên Îsraîl û Amerikayê yên li dijî Îranê li Amedê daxuyanî da, diyar kir ku gelên Rojhilata Navîn ne mehkûmê projeyên ji derve ne û got: “Em bang li gelê Kurdistanê û hemû gelên Rojhilata Navîn dikin ku li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin û piştevaniyê bidinê.”
Înîsîyatîfa Yekitiya Demokratîk tekîldarî êrişên Îsraîl û Amerikayê yên li dijî Îranê û geşedanên Rojhilata Navîn diqewimin li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat a li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, Endam û rêveberên Înîsîyatîfa Yekitiya Demokratîk, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ya bi Tirkî endama Înîsiyatîfê Hafîze Îpek, metna bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî jî endamê Înîsiyatîfê Hasan Ozguneş xwend.
‘Divê yekhelwestî di nav kurdan de ava bibe’
Beriya daxuyaniyê Hevberdevkê Înîsîyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç axivî. Mehmet Kamaç diyar kir ku yekrêziya Kurdan, yekhelwestiya Kurdan ji bo Kurdan bi qasî nan û avê girîng e û ev tişt gotin: “Em dibêjin di vê rewşê de divê yekîtiya Kurdan demildest were avakirin. Divê yekîtiya Kurdan di vê serdemê de, di van rojan de ava bibe. Kurd li hemberî êrişan divê yekrêzî û yekhelwestiya xwe diyar bikin. Li çar parçeyên Kurdistanê, li qada dîplomasiyê, siyasetê, civakî divê yekhelwestî û yekrêziyek di nav kurdan de ava bibe. Her wiha hûn jî dizanin pêvajoyek li Tirkiyeyê, li bakurê Kurdistanê dimeşe. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê, em jî wekî firsendeke dîrokî dibînin. Lê belê heta niha li ser vê pêvajoyê pêngavên şênber ji aliyekî ve têne avêtin. Em bangawaziya xwe li wan jî dikin. Em dibêjin di nav agirê Rojhilata Navîn de, eger çareseriyek ji aliyê aştî û demokrasî û wekheviyê ve pêk were, ev pêvajo ji bo her du aliyan pêvajoyeke dîrokî ye. Em dibêjin li hemberî van pêngavên dîrokî, dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê pêngavên şênber bila biavêjin.”
‘Ev destwerdan ne ji bo azadiya gelan e’
Dû re Hasan Ozguneş metna daxuyaniyê xwend. Hasan Ozguneş anî ziman ku Rojhilata Navîn ji sed salan zêdetir e bi destwerdana emperyalîstan û kevneperestan tê teşekirin û wiha got: “Ji salên notî û vir ve bi pêşkêşiya Amerîkayê li ser armanca Projeya Mezin a Rojhilata Navîn şerê 3yemîn ê cîhanê tê meşandin, armanc li gorî berjewendiyên xwe kirina dîzayneke nû ye. Yên ku ji gelên herêmê re pêşniyariya demokrasî û azadiyê dikirin; Efxanistan, Iraq, Lîbya û Suriye bi xwînê, xirabkirinê û qeyranê re rû bi rû hiştin. Bi paş de civakên parçebûyî, çavkaniyên talankirî û pevçûnên dijwar yên etnîkî û mezhebî hiştin. Em vekirî dibêjin ku; çarenûsa gelên Rojhilata Navîn dê ne li paytextên dewletên rojava yên hegemonîk bêne nivîsandin. Em diyarkirina çaranûsa gelan mafê gelan dibînîn û diparêzîn. Pêngava Amerîka û Îsraîlê ya li himberê Îranê xelekeke ji bo jinûve dîzaynkirina herêmê ye. Ev destwerdan ne ji bo azadiya gelan ne jî ji bo demokrasîyê ye. Ji bo rêyên enerjî, serweriya jeopolîtîk û serdestiya herêmê ye. Di heman demê de Rejîma Melayan a xwediyê feraseta yekparêz û tundîker nayê qebulkirin.”
‘Rojhilata Navîn bêyî Kurdan nikare bê teşekirin’
Hasan Ozguneş destnîşan kir ku di serî de polîtîkayekê tund, bê wijdan li ser înkarê, sêdarekirinê, kuştinê, girtinê li ser Kurdan, Beluciyan, Ahwazan, Ereban, Azeriyan û Bahayiyan tê meşandin û di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em ne destwerdana hêzên hegemonîk ne jî rejîma melayan a tundîparêz dipejirînîn. Her du aliyan jî red dikîn. Ev şer e ji bo Rojhilata Navîn û gelan ne azadî ne jî demokrasi tîne. Tênê dê xirabkirn û wêrankirina civakê û kurkirina êşan bi xwe re bîne. Bêguman gelê herî xwedî bingeh û bihêz yên Rojhilata Navîn yek jî gelê Kurd e. Gelê Kurd ê li çar parçeyan dijî êdî ne bê vîn e. Kirdeyeke herêmî ye û diyarker e. Rojhilata Navîn bêyî Kurdan nikare bê teşekirin. Li hemû welatên Kurd têde dijîn riya aramî, aştî û demokrasiyê di serî de diyarkirina çarenûsa gelê Kurd û gelên din û baweriyan e.”
‘Gel ê me bi Rojhilatê re di nava piştevaniyê de ye’
Hasan Ozguneş diyar kir ku Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk tam ji ber berpirsiyariya dîrokî hatiye avakirin û wiha bi lêv kir: “Armanca me zelal e. Xurtkirina yekîtiya gelê Kurd e. Bi ser bingehê azadî û wekhevîyê bi gelên din re jiyan e. Mezinkirina vîna hevbeş a siyasî ye. Statuya gelê Kurd bi awayekî demokratîk misoger kirine. Em ne li aliye Amerîka û Îsraîlê ne, ne jî li alîyê rejîma yekparêz a Îranê ne. Em li aliyê Kurdên rojhilat û hemu gelên herêmê ne. Her wiha aliye pêşerojek azad, wekhev û demokratik în. Dîyalog û hevkariya hêzên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê nirxeke dîrokî ye. Ev giyana yekîtiyê divê bê parastin û xurtkirin. Serkeftina Kurdan ne di parçebunê de ye, di dîplomasiyeke hevbeş, yekgirtina neteweyî û gelên ku demokrasî, azadî û wekheviyê dixwazin de ye. Gele me yê Kurd bi milyonan li çar parçeyan û dîasporayê dijîn bi gelê me yê Rojhilat re di nava hevkarî û piştevaniyê de ye. Ev hevkarî tenê ne bi hestane, bi polîtîk, rêxistinî ye û di heman demê de berpirsiyarîyeke dîrokî ye jî.”
‘Jin azad nebe civak azad nabe’
Di dawiya axaftina xwe de Hasan Ozguneş bal kişand ser berxwedana bi pêşêngtiya jinên Kurd de li Rojhilat tê meşandin û wiha got: “Bi qetil kirina Jîna Mahsa Emînî re dirûşma ‘jin jiyan azadî’ mezin bû. Serhildana ‘jin jiyan azadî’ ne tenê dirûşmeke, banga peymana civakeke nû ye. Jin azad nebe civak jî azad nabe. Em wekî Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk; hêz û têkoşîna jinan bingehê yekîtiya neteweyî û veguherîn û avakirina demokrasiye dibînîn. Em ji vir bang dikin; gelên Rojhilata Navîn ne mehkûmê projeyên ji derve ne, an ji yên statukoparêz û despotik ên herêmê ne. Gele Kurd dê bê statubunê qebûl neke. Em dê yekîtiya xwe mezin bikin. Vîna xwe bikin yek. Pêşeroja xwe ya demokratîk bi destên xwe ava bikin. Em bang dikin ku; di serî de gelên çar parçeyên Kurdistanê, yên li dîasporayê û hemu gelên Rojhilata Navîn li cem têkoşîna demokratîk ên gelên Îranê bin û piştevaniyê bidinê.”
















