Dosye-9: Ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî ve
Amed – Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç diyar kirin ku gelê Kurd nikare sedsaleke din winda bike, divê ev sed sal bibe sedsala gelê Kurd û xwestin ku şert û mercên niha bibin wesîleya yekîtiya neteweyî ya Kurd.
Nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, saziyên sivîl ên civakî, rûspî, oldar û bawermend, kesayet, parlamenter jî di nav de 301 delegeyên “Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk” li Amedê di 10-11ê Gulanê de civîna xwe pêk anîn. Di civînê de parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Kamaç û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît weke hevberdevkên înîsiyatîfê hatin hilbijartin û rêveberiyeke ji 35 kesan pêk tê hate hilbijartin. Pişt re deklerasyona civînê bi daxuyaniya çapemeniyê ji raya giştî re hate parvekirin.
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ji wê rojê ve hewldanên xwe yên ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya kurd berfireh dike û di vê çarçoveyê de gelek civîn, daxuyanî û konferans li dar xistin. Înîsiyatîfê herî dawî bi dirûşma “Bi yekîtiyê ber bi aştiyê ve” di 26ê Tîrmehê de li navçeya Bazîd a Agiriyê konferanseke bi navê “Girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurd” li dar xist. Encamnameya konferansê jî di 27ê Tîrmehê de li ber gora Ehmedê Xanî hate aşkerekirin û di rewşa heyî de girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd hate destnîşan kirin. Xebatên Înîsiyatîfa Yekîtiyê yên derbarê yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd bi xebatên cûr bi cûr berdewam dikin.
Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç têkildarî yekîtiya neteweyî ya kurd axivîn û xwestin ku şert û mercên niha bibin wesîleya yekîtiya neteweyî ya Kurd.
‘Sed sal in gelê Kurd nekariye yekîtiya xwe ava bike’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku heke sed sal in gelê Kurd ser neketibe sedema vê yekê ew e ku nekariye yekîtiya xwe pêk bîne û wiha got: “Ji ber vê yekê sed sal in ji bo yekîtiyê xebatê pir qîmet hatine meşandin. Lê mixabin dema îro lê dinêrin di sedsala bîst û yekemîn de hêj jî gelê Kurd nekariye yêkîtiya xwe xurt bike û ava bike.”
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, bi lêv kir ku xebatên yekîtiyê xebatên pîroz in û wiha domand: “Ji ber wê du sal beriya niha ew xebat destpêkirin berê jî kedek hatibû dayîn û ser wê em niha dikarin îro xebatan bimeşînin. Piştî bangawazîya birêz Ocalan jî ev atmosfera erênî derket holê. Kar û barên me xebatên me jî zêde bûn. Em dizanin ku heke gelê Kurd yêkîtiya xwe ava bike û xurt bike, dê serkeftina gelê Kurd ne tenê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê, ji bo her çar aliyê Kurdistanê, ji bo Rojhilata Navîn jî bi mînakeke sereke.”
‘Kesên xwe Kurd û Kurdistanî dihesibînin bil adi bin sîwana înîsiyatîfê de cihê xwe bigirin’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku kar û barên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk kar û barên giran û pîroz in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hevdîtinan dikin 301 delege me hene îro em 36 heval jî di rêveberîyê de cih digirin, xebatên xwe dimeşînin. Em hem ji bo yêkîtiya gelê Kurd, gelê Kurdîstanê çawa xebat bimeşînin ji bo wê em civînan dikin, konferansan li dar dixin, panelan çêdikin. Civînên me yên gel hene em xwe didin naskirin. Ji bilî wê hinek partiyên sîyasî yên Kurd tev li Însîyatîfa Yêkitîya Demokratîk nabin em li gel wan yek bi yek hevdîtinan pêk tînin. Hûn jî dizanin ku delegesyona me ji sedî şêst gel e ji sedî çil partiyên siyasî ne. Em dixwazin ku xwe berfirehtir bikin. Em dixwazin yên xwe Kurd û Kurdistanî dihesibînin hemû bên bin vê sîwanê de cihê xwe bigirin ku em xebatên yekîtiya gelê Kurd û yekîtiya gelê Kurdistanê xurttir bimeşînin. Li belê barê me tenê ji bo Bakurê Kurdîstanê jî nîn e. Em wê jî bînin ser ziman. Em ne tenê ji bo bakurê Kurdîstanê ji bo her sê parçeyên din û kurdên li tevahiya cîhanê jîyana xwe didomînin xebatên xwe dimeşînin.”
‘Divê ev sed sal bibe sedsala Kurdan’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku dixwazin kongreya neteweyî ya Kurd pêk bînin û ev tişt gotin: “Di serî de ji bo statûya gelê Kurd û gelên Kurdistanê bê naskirin em ê xebatên xwe xurttir bimeşînin. Heke îro em bikarin van xebatan bimeşînin, bikarin bi zimanê xwe siyasetê bimeşînin. Saya serê bedelane, saya serê vê berxwedanê îro em dikarin vê pêk bînin. Li her çar beşên Kurdistanê xebatên yekîtiyê tên meşandin. Li Ewropayê jî xebat tên meşandin. Ev hemû girêdayî hev in. Ji ber vê yekê xebateke xurttir bê meşandin. Em jî bi vê bîr û bawerîyê de ne.”
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, destnîşan kir ku gelê Kurd nikare sedsaleke din winda bike û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hewceye ku ev sed sal bibe sed sala gelê Kurd. Niha atmosfereke erenî jî heye. Meseleya gelê Kurd, meseleya statuyê, hebûn û tunebûnê ye ji ber vê yekê meseleya azadiyê ye ji ber wê hem ji bo li Tirkiyeyê, li Bakur û li her çar beşên Kurdistanê û Rojhilata Navîn civaka demokratîk bê avakirin, aştiyekê birûmet û mayînde bê avakirin divê em weke înîsiyatîf xebatên xwe xurt bikin.”
‘Kurdan li ser yek dengiyê tifaq kirine’
Mehmet Kamaç jî qala pêvajoya avakirina Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk kir û wiha got: “Me bi her cureyên civakê ra hevdîtin pêk anîn û girîngiya demê û girîngiya yekîtiya neteweyî gotûbêj kir. Me bala her aliyên civakê kişande ser giringiya yekitiya neteweyî. Berê digotin ‘Kurdan li ser bêtifaqiyê tifaq kiriye’ me di nav van xebatên xwe de dît ku ev hevok guheriye. Me dit ku ‘Kurdan li ser yekîtî û tifaqa neteweyî bi yek deng tifaq kirine’ Lê divê ev rastiye were rêxistinkirin. Me di nava xebatan de giringiya vê xebatê dît û zêdetir fahm kir. Li ser van esasan di 11ê Gulanê de me deklarasyona vê xebatê bi ‘Însîyayifa Yekîtiya Demokratik’ bi nav kir. Di deklarasyonê de jî diyar bû ku ji cudahiyên Kurdistanê bi piranî di vê insîyatifêde cih girtin. Yên ku di nav de cih ne girtine hene em hewl didin ku ew jî cih bigirin.”
Mehmet Kamaç da zanîn ku ew li gorî bername û armanca înîsiyatîfê kar û xebatên xwe didomînin û wiha berdewam kir: “Xebatên me bi du aliyan ve berdewamin. Ji aliyekî ve ji bo berfirehkirina înîsiyatîfê bi kes û aliyên ku heya niha bi wan re hevditin nehatiye kirin re yan jî di nav xebata înîsiyatîfê de cih negirtî ne hevditin pêk tên diyalog germ dikin, li aliyê din bi rêya konferans û civinên danasînê xebatên di nav gel de berdewam dikin. Civînên danasînê li gorî bernameyê bajêr bi bajêr berdewam dikin. Konferanseke me dê di 12ê Cotmehê de bi navê ‘hevre jiyana cudahiyên Kurdistanê’ wê li Mêrdinê were lidarxistin. Em bawer in ev konferans jî dê bi serkeftinê encam bibe.”
‘Dê înîsiyatîf bibe bingeha yekîtiya neteweyî’
Mehmet Kamaç destnîşan kir ku armanca înîsiyatîfê ya yekemîn pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd e û wiha pê de çû: “Em bawer in Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratik wê li bakurê Kurdistanê bibe bingeha yekîtiya neteweyî. Di konferansa Bazidê de ji hate nirxandin ku di dirokê de bêtifaqiya Kurdan û encamên wê yen xirab çi bi serê Kurdan re aniye. Di sedsala 21emîn û rewşa Rojhilata Navîn pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye. Her alî jî li ser vê esasê bi yekdengî tifaq dikin. Heke Kurd û Kurdistani vê rastiyê birexistin nekin û yekîtiya neteweyî saz nekin dê bêtifaqiya sedsala 20emîn dubare bikin û mixabin encamên bêtifaqiyê jî wê dubare bibin. Em her alî û cudahiyên Kurdistanê li ser van esasan hişyar dikin û yekîtiya neteweyî ji Kurdan re weke nan û avê pêwîst dibînin. Em ê kar û xebatên xwe li ser van esasan bidomînin heta hemû alî bikevin nava vê xebatê em ê xebatan bidomînin.”
‘Firsendên dîrokî bikin hinceta yekîtiya neteweyî’
Mehmet Kamaç axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Her wiha pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî li bakurê Kurdistanê ji bo yekitiyê bingehekê ava dike. Ev pêvajo ji bo Kurdan firsendên dirokî derdixe holê. Heke Kurd di vê pêvajoyê da bi yek dengî hebûna xwe, nasnameya xwe, zimanê xwe, deskeftiyên xwe biparêzin, xwestekên xwe diyar bikin di rêya siyasî û bingeha hiqûqê de bi sekn û iradeyeke xurt pêşeroja xwe ava bikin. Ji bo vê yekê rê heye, ew jî yekitiya neteweyî ye. Em bangawaziya xwe li hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl û cudahiyên civakê yên bakurê Kurdistanê dikin di van şert û mercên li Rojhilata Navîn, firsendên dirokî bikin hinceta yekitiya neteweyî, ev yekîtî ji bo çar parçeyê Kurdistanê bibe hêvi li ser vê hêviyê kongreya netewî ava bibe û sedsala 21emîn bibe sedsala serkeftina Kurdan û gelên bindest.”
Bi dawî bû.