• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Dê nasnameyê bidin Kurdên ku qeydên wan tunene

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Li Amedê ji boneya 4ê Nîsanê bafirok hatin firandin

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Trump: Îran daxwaza agirbestê kir

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Li Qamişlo û Tirbespiyê pîrozbahiyên Ekîto hatin lidarxistin

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Însiyatîfa Roboskiyê: Divê dewlet bi sûcên xwe re hev rû bibe

Enqere / AW

28 ÎLON 2025 - 14:54
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Însiyatîfa ji bo Roboskiyê Edalet, di hefteya 165an de ji bo Roboskiyê û hemû komkujiyên pêk hatinê edalet xwest. Avakarê Însiyatîfe Tanju Gunduzalp bi lêv kir ku divê ‘komîsyona heqîqetê’ ava bibe û dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe.

 

Însiyatîfa Ji bo Roboskiyê Edalet di hefteya 165an de li Cadeya Sakarya ya navçeya Çankaya ya Enqereyê bi daxuyaniyekê ji bo komkujiya Roboskiyê daxwaza edaletê kir. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Bila kujêr bên dîtin û Roboskî careke din pêk neyê” hate vekirin. Tevî endam û nûnerên însiyatîfêi, partî û saziyên giredayî Platforma Saziyên Demokratîk a Enqere jî tev li daxuyaniyê bûn. Girsê di daxuyaniyê de dirûşmên “Ji bo Roboskî û her kesê edalet” û “Roboskiyê ji bîr neke û nede ji bîr kirin” berz kirin. Avakarê însiyatîfê û rêveberê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqere Tanju Guduzalp daxuyanî xwend.

‘Hevrûbûn şerteke bingehîn e’

Tanju Gunduzalp bi bîrxist ku di sala 2011an de li Roboskiyê 19 jê zarok, 34 welatiyên sivîl bi balafîrên şer ên dewletê ve hatin qetilkirin û tevî 14 sal ji ser komkujiyê derbas bûn, kujer nehatin darizandin. Tanju Gunduzalp destnîşan kir ku Roboskî nîşaneya sûcên dewletê yên bêceza hatine hiştin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Aştî bi naskirina mafên maxduran, aşkerakirina rastiyan û bi hevrûmayinê hewce dike. Komareke demokratîk divê wekheviya welatiyan, azadiya xwe îfadekirinê, hebûna nasname û baweriyên cuda mîsoger dike. Sedema têkçûna hemû pêvajoyên aştiyê yên li cîhanê ew e ku sîstem bi sûcên xwe re hevrû nebûye, bêcezahiştin bi dawî nebûye. Ji bo Roboskî, Sûrûc, Qada Garê ya Enqereyê û hemû qetlîaman, divê bi “Qanûna Rastî û Edaletê” were amadekirin da ku rastiyê eşkere bike û kujeran bidarizîne. Hevrûbûn şertekî bingehîn e.

Daxwazên platformê wiha ne:

“Di berdewama axaftina xwe de Tanju Gunduzalp anî ziman ku divê ji bo di dorza Roboskiyê de edalet pêk were divê têkoşîn bidomê û ji bo sûcên li dijî mirovahiyê pêk neyên ev daxwazên xwe rêz kirin:

Di sûcên li dijî mirovahiyê de divê demborî were rakirin, rastî divê werin eşkerekirin.

Aqubeta windayan divê bê eşkerakirin.

Pêvajoya aştiyê divê li ser bingeha rastî û hevrûbûnê were meşandin.

Saziyên demokratîk divê bên xurtkirin, serweriya hiqûqê û mafên mirovan divê werin misogerkirin.

Mekanîzmayên sererastkirina civakî divê bên xebitandin, girtiyên nexweş divê bên berdan.

Bi lêborîna fermî û siyaseta bîra civakî ve divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe. Ji bo aştiyê edalet, ji bo edaletê rastî û hevrûbûn, ji bo hevrûbûnê jî wêrekî lazim e.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

 

Etîket: Însiyatîfa ji bo Roboskiyê EdaletKomeleya Mafê Mirovan (ÎHD)Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqere Tanju GuduzalpPlatforma Saziyên Demokratîk a EnqereTanju Gunduzalp
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Rêya aştî û edaletê ji Roboskiyê derbas dibe’

‘Rêya aştî û edaletê ji Roboskiyê derbas dibe’

28 ADAR 2026

Di meha 170an de ji bo Roboskiyê edaletê xwestin

28 SIBAT 2026
Şaxên ÎHDê: Bikevin nava tevgerê û xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin

Şaxên ÎHDê: Bikevin nava tevgerê û xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin

24 ÇILE 2026
Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

15 MIJDAR 2025
Xizmên Windakiriyan Aqubeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Xizmên Windakiriyan Aqubeta Îbrahîm Gundem pirsîn

20 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bêrîvan Bahçecî: Heya azadiya fîzîkî pêk neyê pêvajo bi ser nakeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (34)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne