• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    11emîn pakêta darazê li meclisê hat qebûlkirin

    11emîn pakêta darazê li meclisê hat qebûlkirin

    HSD: Hêzên hikûmeta Şamê bi tank û topan êrîş dikin

    HSD: Li Dêrazorê 6 DAIŞî hatin girtin

    Kurtulmuş: Biratî tenê bi gotinan nabe hiqûq hewce ye

    Kurtulmuş: Biratî tenê bi gotinan nabe hiqûq hewce ye

    Yekîtiya Hunermendên Kurd: Em ji bo hunera azad tev li mitîngê bibin

    Yekîtiya Hunermendên Kurd: Em ji bo hunera azad tev li mitîngê bibin

    Komîsyona Meclisê bi rojeva hevdîtina Îmraliyê civiya

    Civîna Komîsyonê qediya: Xebat 2 mehên din hat dirêjkirin

    Hunermend Nîhal Ay li Rojava jiyana xwe ji dest da

    Hunermend Nîhal Ay li Rojava jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

IPPNW: Bi lez Mafê Hêviyê pêk bînin

Navenda Nûçeyan / AW

14 ÎLON 2025 - 10:46
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Nûnertiya Swîsreyê ya IPPNW ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtiye, ji bo ‘Mafê Hêviyê’ bang li Konseya Ewropayê kir û xwest zextan li Tirkiyeyê bikin da ku Mafê Hêviyê pêk bîne.

Yekîtiya Navneteweyî ya Doktorên Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî (IPPNW) di sala 1985an Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt. Li gorî nûçeya ANFê; Serokê nûnertiya Swîsreyê yê IPPNWê Dr. Beppe Savary-Biroli û nûnerên saziyê Marianne Kursteiner li ser ‘Mafê hêviyê’ nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Ignazio Cassis, endamên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Nûnera Daîmî ya Konseya Ewropayê ya Swîsreyê Claude Wild re şand. Di nameyê de ji ber ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih nîne fikarên xwe anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Name bi vî rengî ye:

“Bi navê beşa Swîsreyê ya Yekîtiya Navneteweyî ya Doktorên Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) ku sala 1985’an Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtiye, em dixwazin ragihînin ku gelekî bi fikar in; ji ber ku Tirkiye têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî bi bi taybetî jî yê di doza Abdullah Ocalan de, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi israr bi cih nîne.

Tirkiye sosên xwe binpê dike

Dadgehê di sala 2014’an de hikumet dabû ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî eger ji derfeta jinûve nirxandinê bêpar be, ev yek binpêkirina xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Komîteya Wezîran di Îlona 2024’an de salek dem dabû Tirkiyeyê ku van biryaran bi cih bîne û guhertinên qanûnî yên pêwîst bike. Lê belê hikumeta Tirk di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ragihand ku ew bicihanîna ‘Mafê Hêviyê’ red dike ku ev yek ji bo dewleteke endamê Konseya Ewropayê tê wateya binpêkirina sozên ku dane.

Hêviya Rojhilata Navîn e

Her wiha em dixwazin destnîşan bikin ku Birêz Abdullah Ocalan beriya demeke kurt ji bo bidawîkirina şerê gerîla bangeke dîrokî kir, fesixkirina PKK’ê ragihand û pêşniyara aştiyê li Tirkiyeyê kir. Berdana wî dikare pêvajoyeke welê li Rojhilata Navîn bide destpêkirin ku dişibe dînamîka lihevkirinê û hêviyê ya weke berdana Nelson Mandela ya li Efrîkaya Başûr.

Ji ber vê yekê em bang li Komîteya Wezîran dikin ku hemû tedbîrên pêwîst werbigire, ji bo Tirkiyeyê neçar bihêle ku biryaran bi cih bîne. Ev mesele ne tenê ji bo mafên mirovan ên mehkûman di heman demê de pêwendiya vê meseleyê bi yekparebûn û baweriya bi sazî û Konseya Ewropayê jî heye.

Bi lez mafê hêviyê pêk bînin

Em doktor bi taybetî aliyê mirovî destnîşan dikin: Tecrîd û bêhêvîtiya bi dehan salan şêweyekî kiryara li dijî mirovahiyê bû rehm e. Divê tavilê bê bidawîkirin.

Ji ber vê yekê em bi rêzdarî ji we dixwazin; ji bo Tirkiye bi taybetî di bûyera Abdullah Ocalan de tavilê ‘Mafê Hêviyê’ bi cih bîne, rewşa wî ya girtîbûnê di ber çavan re derbas bike û şert û mercên berdana wî biafirîne, bi biryardarî tevbigerin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

11emîn pakêta darazê li meclisê hat qebûlkirin

11emîn pakêta darazê li meclisê hat qebûlkirin

24 KANÛN 2025
HSD: Hêzên hikûmeta Şamê bi tank û topan êrîş dikin

HSD: Li Dêrazorê 6 DAIŞî hatin girtin

24 KANÛN 2025
400 jinên pêşeng li dijî dervekirina Zahra Tabarî bang kirin

400 jinên pêşeng li dijî dervekirina Zahra Tabarî bang kirin

24 KANÛN 2025
Kurtulmuş: Biratî tenê bi gotinan nabe hiqûq hewce ye

Kurtulmuş: Biratî tenê bi gotinan nabe hiqûq hewce ye

24 KANÛN 2025
Hakan Fîdan li Enqereyê bi heyetek Hamasê re civiya

Hakan Fîdan li Enqereyê bi heyetek Hamasê re civiya

24 KANÛN 2025
Yekîtiya Hunermendên Kurd: Em ji bo hunera azad tev li mitîngê bibin

Yekîtiya Hunermendên Kurd: Em ji bo hunera azad tev li mitîngê bibin

24 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (488)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne