Mûhafizên Şoreşê yên Artîşa Rejîma Îranê beriya hevdîtina bi DYEyê ya li Cenevreyê dest pê bike, li Kendava Hurmizê tetbîqateke leşkerî pêk anî.
Televîzyona dewletê ya Îranê nûçeye tatbîqatê parve kir. Rayedaran ragihandin ku armanca pêkanîna tatbîqatan Mûhafizên Şoreşê ji şereke ku li Kendava Hurmuzê pêk were amadekirin e.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li herêma Kendavê hêzeke deryayî ya mezîn bi cih kiriye. Berîya ku cîvîna bi DYAyê pêkanîn vê tatbîqatê bal kişand.
Îran di Kendava Hurmizê de ku ji sedî 20ê hilberîna petrolê ya cîhanê ji kendavê derbas dibe, xwedî ciheke stratejîk e. Îran ragihandibû ku heke şer dest pê bike, ew ê kendavê ji çûn û hatina keştiyan re bigire.













