Ajansa nêzî rejîma Îranê Tesnîm diyar kir ku wezaretên karên derve yê Îran û Rûsyayê derbarê geşedanên li Asya û Rojava rû didin, li Tehranê 4emîn civîna xwe pêk anîn.
Li gor agahiyên ajansa Tesnîmê Wezaretên Derve yên Federasyona Rûsyayê û Îranê li Tehranê hevditin pêk anîn. Hat eşkerakirin ku di hevdîtinê de geşedanên li Asya, Rojava û Afîkaya Bakur pêk hatine guftuga hatiye kirin. Hat destnîşankirin ku ev çaremîn civîna her du aliyan e û civîn 9ê Sibatê li Tahranê, ji çapameniyê re girtî pêk hat.
Ha zanîn ku Cîgirê Dîrektoriya Giştî yê Wezareta Karên Derve yê Asya, Rojava û Afrîkaya Bakur yê Îranê Mehdî Şuşterî û Dîrektorê Giştî yê Wezareta Karên Derve yê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur yê Rûsyayê Alexander Kinshchak ji bo geşedanên dawî yên heremê û geşedanên di rojevê de ne nîqaş bikin hatine ba hev. Ajans destnîşan dike ku her du welatan ji bo di demên girîng de hevkariya hev bikin jî axivîne û bi bîr xist ku dê hevdîtinên wan bidomin.
Piştî hevdîtin û rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê de ev hevdîtina pêk hatiye tê nîqaşkirin.













