Rejîma Îranê bê navber girtiyên siyasî bidarve dike. Di heman çarçoveyê de îro du girtiyên siyasî li girtîgeha Qizilhesar ya Kerecê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin.
Her ku rejîma Îranê di şerê li dijî Amerîka û Îsraîlê de lewaz dibe berê xwe dide girtiyên siyasî û lez dide darvekirina wan. Rejîm darvekirina girtiyên siyasî di çarçoveya tolhildana li dijî şerê Amerîka û Îsraîlê pêk tîne û hewl dide ku bi van kiryarên hov çavên gel bitirsîne da ku gel li henbar zilma rejîmê bêdeng bibe.
Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) bi daxuyaniyekê ragihandibû ku çar girtiyên din ên siyasî yên bi navên Hesen Muntezer, Babek Elîpûr, Pûya Qubadî û Wehîd Benî Amiryan li girtîgeha Qizillhesar a Kerecê di bin metirsiya cezayê darvekirinê de ne ku bi ‘serhildanê’ têne tawanbarkirin.
Medya Îranê ragihand ku serê vê sibehê du girtiyên siyasî yên bi navê Babek Elîpûr û Pûya Qubadî li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hatin darvekirin.
Rejîm bi hesabê tolgirtinê girtiyên siyasî bidarve dike
Li gorî medyayê her du girtiyên siyasî di payîza sala 2022yan de tevî çar girtiyên din ên siyasî ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê ve hatibûn girtin. Di meha Çileyê ya sala 2023yan de bi serokatiya dadwer Îman Efşarî, berpirsê şaxê 26an ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, bi sûcê ‘endamtiya di grûpeke opozîsyonê de û serhildanê’ bi cezayê darvekirinê hatibûn mehkûmkirin.
Hêjayî gotinê ye ku ligel destpêkirina şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê, rejîma Îranê wekî tolgirtin û ji bo bêdengkirina dengê kolanan, darvekirina girtiyên siyasî û xwepêşanderên van demên dawî yên gelên Îranê zêdetir û dijwartir kiriye.
Duh jî du girtiyên siyasî yên heman dozê hatibûn darvekirin
Herî dawî duh (30yê Adarê) girtiyên siyasî yên bi navên Ekber Danişwerkar û Mihemed Teqewî Sengdehî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Ev her du girtiyên siyasî di payîza sala 2022yan de ji aliyê hêzên Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê ve hatibûn girtin û di meha Çileyê ya sala 2023yan de bi serokatiya dadwer Îman Efşarî, berpirsê şaxê 26’an ê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, bi tawanbariya ‘endamtiya di grûpeke opozîsyonê de’ cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn.
Amnesty: Divê Îran dev ji darvekirinê berde
Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) derbarê darvekirina du girtiyên siyasî yên bi navê Ekber Danişwerkar û Mihemed Teqewî Sengdehî ku duh ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, daxuyaniyek belav kir. Amnesty darvekirina her du girtiyên siyasî şermezar kir û diyar kir ku rejîma Îranê bi kêfa xwe cezayê darvekirinê pêk tîne. Amnesty di dawiya daxuyaniya xwe de xwest ku rejîma Îranê demil cezayê darvekirinê raweste.













