Civîna dihat payîn di navbera DYA û Îranê de li Stenbolê çêbibe, bi boneya lihevnekirina têkildarî format û cîh pêk nayê.
Qeyrana di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de didome. Çav li rê ye her du dewlete bi beşdariya hind dewletên çavdêr rojînê li Stenbolê biciviyan. Hate zanîn ku Îranê 4ê Sibata 2026an xwest ku cihê hevdîtinê bê guhertin û ji Stenbolê veguheze Omanê.
Îran naxwaza mûşekên balîstîk bike mijara nîqaşê
Li gorî daxuyaniya dawî ya rayedarên Amerîkayê, daxwaza Îranê ya ji bo veguhastina cihê hevdîtinan û guhertina formatê a roja înê qebûl nekirin. Lê Îranê duh xwest ku cihê hevdîtinan û formata wê bê guhertin. Hate zanîn ku Îranê pêşniyar kiriye civîn li Omanê pêk bê û di aliyê formatê de jî tenê pirsgirêkên nukleerî bên nîqaşkirin lê mijarên dîtir ên wekî mûşekan derveyê nîqaşê bên hiştin.
Amerîka: Îranê daxwaza me red kir
Li gorî nûçeyê rayedarên Amerîkayê daxwaza guhertina cih nirxand û red kir. Rayedarekî Amerîkayî got ku wan peyama, “Mijar an dê wiha be an jî dê tiştek nebe” ji Îranê re ragihandiye. Hate gotin ku rayedarên Îranê jî bersiva redê dane. Ji ber vê jî heke pêşniyareke nû nebe dê rageşî heta kûderê û bi çi rengê bidome naye zanîn.

‘Amerîka bi hesabên Îsraîlê tevdigere’
Rayedarên Îranê li ser mijarê daxuyanî dan ajansa nîvfermî ya Îranê Tesnîmê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Îranê hevdîtin red nekirine, pirsgirêka bingehîn daxwaza Amerîkayê ya ne guncav e. Rayedarên Îranê daxuyandin ku formata civînê li ser nukleerê bûye lê niha Amerîka dixwaze li gorî hesabên Îsraîlê rewşa moşekên balîstîk jî bike nava formata hevdîtinê. Her wiha di daxuyaniye de tê gotin ku betalkirina hevdîtine ji ber vê meseleyê ye.













