Îranê bi êrişên moşekan li Rojavayê Şerîa û Îsraîlê kir û di êrişê de 3 jinên Fîlîstînî û karkerekî biyanî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê bi êriş û bersivdana êrişan didome. Heyva Sor a Fîlîstînê ragihand ku şeva Çarşemê moşekek li saloneke kûaforê ya li bajarokê Beyt Avva ya li Rojavayê Şerîayê ket û di encamê de 3 jinên Fîlîstînî mirin, 13 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa jineke birîndar giran e.
Heman pêla êrişê li navenda Îsraîlê jî bû sedema mirinê. Rayedarên tenduristiyê diyar kirin ku li Moshav Adanimê ya 20 kîlometreyan li bakurrojhilatê Tel Avivê ye, karekekî biyanî jiyana xwe ji dest da. Ji destpêka şer heya niha ji Îsraîlê heya niha 15 kes hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di dema êrişê de fuzeya ji Îranê hatiye tespîtkirin û ji bo astengkirina gefê, operasyon hatiye destpêkirin. Li gorî nûçeya Reutersê li herêmê hejmara stargehan gelekî kêm in.













