Amed – Ji ber îskeleya pira li ser rêya Pasûr û Mûşê hilweşiya, 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 karker jî bi giranî birîndar bûn.
Îskeleya pira li ser rêya Pasûr û Mûşê ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Rêbejahiyê (KGM) û Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) tê çêkirin, hilweşiya. Di hilweşînê de 5 karker di bin kavilan de man.
Ji 5 karkerên di bin kavilan de man Mehmet Şîrîn Yalçiner, Tahsîn Dere û Salîh Lale jiyana xwe ji dest dan û Cuneyt Narîn û Şehmûs Anûştekîn jî bi giranî birîndar bûn. Karkerên birîndar bi ambulansê sewqî Amedê hatin kirin.













