Stenbol – N.Eyê 17 salî di 24ê Adarê piştî pîrozbahiyên Newrozê bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine û al rakiriye” bi îşkenceyê hat binçavkirin. N.E behsa binçavkirina xwe kir û got: “Ji min re gotin; te bi kîjan destî al girtiye? 3 polîsan bi jopê li destê min xistin û li min dan. Min ji wan re got ‘laşê min êşa’ polîsekî din hat pê li serê min kir.”
Li Stenbolê di 24ê Adarê de bi îdiaya “Di pîrozbahiyên Newrozê de propagandaya rêxistinê kirine”, “stran gotine” û “al rakirine” 5 jê zarok 38 kes hatin binçavkirin. Polîsan di dema binçavkirinê de îşkence li ciwan û zarokan kir. Ji kesên hatine binçavkirin 26 kes bi biryara kontrola edlî hatin berdan. Ji 12 kesan jî yek jê zarok, 10 kes hatin girtin. Welatiyek bi qedexeya derketina derve, zarokeke din jî bi cezayê hepsa malê hat cezakirin.
N.Eyê yê 17 salî ji zarokên îşkence li wan hatibû kirin yek bû. Polîsan di nava malê de li pêş çavê malbata wî îşkence lê kir û ew binçav kirin. N.E û bavê wî Mehmet E. têkildarî îşkenceya polîsan ji ajansa me re axivîn.

‘Ji derenceyê ket, me hindik lêda’
N.E. anî ziman ku di 24ê Adarê serê sibê seat 05:00an de polîsan avêt ser mala wan û got: “Navê min gotin min jî got ez im. Çawa ku min got ez im, ez li erdê kaş kirim, heman tişt anîn serê bavê min jî. Ez birim pêjgehê û gotin 22ê Adarê tu çûyî li ku derê? Min ji wan re got ‘Ez çûme Newrozê û min al rakir.’ Ji min re gotin; te bi kîjan destî al girtiye? 3 polîsan bi jopê li destê min xistin û li min dan. Min ji wan re got ‘laşê min êşiya’ polîsekî din hat pê li serê min kir. Li nexweşxaneyê jî ji bijîşk re gotin ‘ji derenceyê ketiye’ û di nav hevdû de diaxiviyan û digotin ‘me hindik lê da ye.’ Îşkence li min kirin lê ez hatim berdan.”
‘Heta dawiyê bişopînin’
Bavê N.E. Mehmet E. jî destnîşan kir ku polîsan avêt ser malê û îşkence li zarokê wan kirine û wiha axivî: “Min ji wan re got li zarokê min nedin, heke tiştekî kiribê wî bibin. Lê hatibûn zarokê min bikujin. Tu sûcê me tunebû, tenê em çûbûn Newrozê.” Mehmet E. bal kişand ser “pêvajoya” tê meşnadin û wiha pê de çû: “Îro behsa aştiyê tê kirin. Lê piştî van tiştan em ji dewletê bawer nakin. Ji bo wan polîsan em ê daxwaza vekirina dozê bikin. Çi ji destê me werê em ê bikin. Em ê vê tiştê ji wan re nehêlin, heta dawiyê bişopînin.”













