Di ser dagirkirina HTŞê ya Şamê re salek derbas bû. Di saleke HTŞê de li herêmên ku di kontrola HTŞê de ye zêdetirî 8 hezar û 500 miroav hatin kuştin. Rojnameger Hesen Remo anî ziman ku li herêmên di kontrola HTŞê de av û ceyran tune û gendelî pir zêde ye û got: “Li hundir komkujî, talanî, dizî û wêranî heye. HTŞ xwedî hişmendiya Îslama Radîkal e. Xizmeta Îsraîl, Amarika û Brîtanyayê dike.”
Di 8ê Kanûna 2024an de Heyet Tahrir El-Şam (HTŞ) ku berdewama El Nûsra ye, Şam bi dest xist û dest danî ser hikûmet Rejima Esat. HTŞ ku wekî hêza cîhadîstên selefî tê naskirin; bi kiryarên xwe DAIŞê tîne aqilan. Di serweriya HTŞê de 8 hezar û 450 mirov hatin kuştin. Jin û zarok hatin revandin. Di ser desthilyatiya HTŞê salek derbas bû.
Rojnamevan Hesen Remo der barê saleke rewşa HTŞê û kiryarên ku li pey xwe hiştine de nirxandin kir. Hesen Remo ewil li ser armanca derketina HTŞê rawestiya û wiha got: “Heta dawiya 2024an ku beriya rejîma Esed hilweşe, li Sûriyeyê çar pergal hebûn. Pergalek ya herêma Rêveberiya Xweser bû. Pergalek a Rêveberiya Şamê ya Rejima Esed bû. Pergala sêyemîn pergala Cebetul Nusra bû. Ya çaran jî ya Herêmên Dagirkirî ku komên girêdayî Dewleta Tirk têde ne bû. Heyetul Nusra ku piştre navê xwe guhert kir Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ). HTŞê di 2017an de xwe ji Kahîreyê veqetand. Êdî Bakur û Rojavayê Sûriyeyê di kontrola HTŞê de bû.”
Rojnameger Hesen Remo da zanîn ku her çend rejîma Sûrî û Rûsya xwest li dijî Cebetul Nûsra û HTŞê xwest operasyonan pêk bîne jî lê NATO û Brîtanya bi rêya Tirkan ev operasyonên li dijî HTŞê asteng kir û wiha axivî: “Wê demê plan amade kirin ku Cebetul Nusra bînin Şamê. Komên li herêma dagirkirî tev endamên komên çeteyan bûn. Rêveberiya Xweser jî heremeke demokrat e. Ji ber ku ev herêmeke demokratîk e, xizmeta berjewendiyên NATO nedikir. Ji ber vê yekê NATO piştgirî da HTŞê.”
Brîtanya HTŞ perwerde kir
Hesen Remo bal kişand nêzîkatiya Birîtanya ya li dijî HTŞê û got: “Beriya ku rejima Esad hilweşe, Birîtanya pisporên xwe şandin nava HTŞê. Endamên HTŞê di aliyê bikaranîna Drona û çêkirina Drona de ew perwerde kirin. Dema HTŞê li dijî Şamê dest bi êrîşan kir, Ahmet El Şera bi xwe bawer nedikir ku Helebê bigirin. Ji ber ku hêza wan tune bû. Dagirkirina Helebê û Şamê plana navneteweyi bû. Hêzên ku rejîma baas li ser piyan hiştibûn darbeyên gelek mezin xwaribûn. Dema êrîşên HTŞê yên li dijî Şamê dest pê kir, NATO û Îsraîlê piştgirî da HTŞê. Ji ber ku Rûsya zanibû hetina HTŞê ya Şamê planeke navneteweyî ye, mudaxaleyî HTŞê nekir. Bi piştgiriya NATO û Îsraîlê HTŞ derket pêş. Dîsa di nava NATO de Erebîstana Sûûdî ropa wê hebû. Erebîstana Sûûdî nedixwest ku hêzên girêdayî Katar û Tirkiyeyê jî bi ser bikevin. Hêzên ku berê ketin Şamê Hêzên girêdayî OSO (Artêşa Azad a Sûriyê) bûn. Lê ji ber tifaqa navneteweyî bû hêzên OSO vekişiyan. Heta ku rejîma Esed hilweşiya heta esir ew li Şamê bûn. Piştî HTŞ gihişt Şamê hêzên OSO ku di fermandariya Ahmet El Uda de bûn, vekişiyan û Şam dewrî HTŞê kirin. Ji ber plan navneteweyî bû OSO bi HTŞê re neketin şer. Ji ber plan navdewletî bû HTŞ li Şamê bû desthilatdar.”
HTŞ ji hikûmeta berê ne cudatir e
Hesen Remo li ser nêzîkatiya HTŞê jî rawestiya û wiha berdewa kir: “HTŞê Şam dagir kir û hikûmetek ava kir. Di aliyê leşkerî de hin çûn û hatin çêbû. Lê di aliyê siyasî û pergalî de guhertin çênekirin. Ferq û cudahiya HTŞê ji hikûmeta berê tune. Tenê nav hatiye guhertin. Di aliyê feraset û hişmendî de yek e. Hêzên Cebetul Nusra û hêzên girêdayî Tirkiyeyê bûn yek û yekser Ahmet El Şera wekî serok hilbijartin. Hêzên din xwe fesix kirin û ketin bin wezareta parastinê ya Şamê. Serokê Ebû Emşa li Hemayê bû rêveber. Hêzên Canpolat ên Tirkmen çûn li Helebê bûn rêveber. HTŞ ji xwe hemû hêzên biyanî ne. Ji Fransa, Misir, Tunus, Tirkmenîstan, Urdin, Iraq, Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê ne. Li Sûriyê di aliyê leşkerî de tu guhertin tune. Her kom dîsa li cihê xwe herêma xwe bi rêve dibe.”
Li kolana elewiyan dikujin
Hesen Remo li ser ewlehiyê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Salek e ewlehî pir xerab e. Gelek komên hêzên çekdar hene. Her komek li gorî xwe tev digere. Her komek li herêma xwe serwer e. Li herêmên Heleb, Hema û Latkiyeyê kesên elewî têne kuştin. Çend çekdarên wan li motoran suyar dibin û li kolanan, qahwexaneyan elewiyan dikujin. Ji ber ku elewî ne, têne kuştin. Yên dikujin jî kesên îslama sûnî ne. Her roj mirov têne kuştin. Li Heleb, Hems, Hema mirov her roj têne kuştin. Rewşa ewlehiyê li Sûrî pir xerab e. Li beravê zêdetirî Hezar û 500 elewî hatin kuştin. Li Siwêdiyayê zêdetirî 2 hezar kes hatin kuştin. Ji van kesan nêzî Hezar û 500 kes durzî bûn hatin kuştin.”
HTŞ diwaze li gorî Îslama Radîkal Sûriyê bi rêve bibe
Rojnameger Hesen Remo li ser nêzîkatiya HTŞê ya li dijî pêkhateyên din jî rawestiya û got: “Ahmet El Şera piştî Kongreya Zaferê hemû hêz û desthilatî xist destê xwe. Hikûmeta HTŞê dixwaze hemû Sûriyeyê têxe bin kontrola xwe û li gorî Îslama Radîkal bi rêve bibe. Ji bo vê armanca xwe pêş bixwe li dijî durziyên Beravê komkujî pêk anîn. Çend caran hewl dan êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bikin û hîn jî hewldana wan didome. Dixwaze di nava Kurdan û Ereban de tevliheviyê ava bikin. Lê hêza wê tune êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûrî bike. Ji ber vê yekê tevliheviyê derdixe. Armanca wê ya sereke Hikûmeta îslama Radîkal li gorî xwe ava bike. HTŞ destekê ji Amarîka û Brîtanyayê digire. Armanca hêzên derve dixwazin xizmeta Îsraîlê bikin û hêzên Îsraîlê xwe bigînin Çiyayê el Şêx. Ji ber ku ev çiya cihekî stratejîk e. Desthilatiya HTŞê li gorî berjewendiyên hêzên derve tev digere. Ne ligorî berjewendiyên gelê Sûriyê ye.”
Şamê biryarên 10ê Adarê nexistine meriyetê
Hesen Remo li ser peymana 10ê Adarê jî rawestiya û wiha dirêj kir: “Di 10ê adarê de li Şamê peymanek hat îmzekirin. Lê heta niha Şamê biryarên peymanê pêk neaniye. Desthilatiya Şamê naxwaze vê peymanê pêk bîne. Ji ber ku dethiyatiya Şamê niha di bin bandora Tirkiyeyê de ye. Şamê biryarên peymana 10ê Adarê heta niha pêk neanîye. Nikare pêk bîne jî. Dema tifaqê pêk bîne, divê hikûmetê û artêşê ji nûve ava bike. Wê demê dê HSD di nava artêşê de wekî hêz cihê xwe bigire. Dema biryarên peymanê pêk bînin, dê Kurd, Ereb, Êzîdî, suryan, elewî û misilman hemû pêkhat dê cihê xwe di hikûmeta nû de bigirin. Ev jî nayê hesabên HTŞê û hêzên derve. Ji roja Ahmet El Şera hatiye ser kar heta niha rojekê peyva Demokrasî ji devê wî derneketiye. Ji bo wan demokrasî peyveke xeter e. Di vir de rola Tirkiyeyê li ser Şamê zêde ye. Tirkiye naxwaze Tifaq pêş bikeve. Naxwaze Kurd mafê xwe bistînin. Dizanin ku dema Kurd mafê xwe bi dest bixin, dê pêkhateyên din jî mafê xwe bixwazin. Hem newêrin êrîşî HSDê bikin û hem jî naxwazin tifaqê jî pêk bînin. Lê Tirkiye vê rastiyê berovajî dike. HTŞ ji ber piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digire nikare van biryarên peymanê pêk bîne.”
Hişmendiya HTŞê û DAIŞê ya li dijî jinan yek e
Hesen Roma li ser nêzîkatiya HTŞê ya li dijî jinan jî rawestiya û got: “ HTŞ hêzeke îslama radîkal e. Tenê ji bo zewacê li jinan dinerin. Tenê ji bo jin zarokan çêkin nêzî jinan dibin. Li gorî hişmendiya HTŞê divê jin cilên reş li xwe bike, ser û rûyê wê girtî be. Divê cilên rengîn li xwe neke û bi tenê nemeşe. Divê her tim zilamek pêre be. Hişmendiya DAIŞê ye. Kongreya Zaferê pêk anîn. Di vê kongreyê de hemû beşdar zilam bûn. Di hilbijartinê de gotibûn divê kota jinan ji sedî 20 be. Lê tişteki wisa tune bû. Jinên hatin diyarkirin jî jinên HTŞî bûn. Hejmara wan jî ji sedî 6 bû. Di hikûmeta ava kirine de tenê wezîreke jin heye. Ew jî tu hêz û erk di destê wê de tune ye. Qebûl nake ku jin di saziyan de kar bike. Li aliyê din li Swêdyayê bi sedan jin hatin revandin. Li herêmên di bin kontrola HTŞê de her roj jin têne kuştin. Di rejîma HTŞê de mafê jinê tune. Jin nayên parastin, lê têne kuştin.”
HTŞ bi hişbirê xwe fînanse dike
Hesen Remo herî dawî destnîşan kir ku li herêmên ku di bin kontrola HTŞê de rewş pir xerab e û wiha got: “Li wan herêma aborî pir xerab e. Xizmetguzarî tune ye. Ewlehiya gel tune ye. Buhayê nan zêde bû. Li gelek cihan av û elektrîk tune ye. Nanê ku ji gel re amade dike, nanê ku dide sewalan e. Hemû karmendên ku di serdema Rejîma Baasê de di saziyên dewletê de dixebitîn hemû ji kar hatin avêtin. Bi hezaran kes mane bêkar û derfetên kar jî tune ye. Di aliyê aborî rewşeke pir xerab heye. Ji roja ku HTŞ hatiye ser kar heta niha ji bo berjewendiyên gel tu gav neavêtiye. Hemû xebatên HTŞê ji bo cezayê li ser endamên wan bên karin têne kirin. Li derve pergala xwe xweşik nîşan didin, lê li hundir komkujî, talanî, wêranî heye.
Dema hikûmta Baas li ser kar bû, hêzên derve digotin ‘Sûrî bûye cihê hişbirê.’ Lê piştî hikûmeta Esat çû dîsa kesên hişbirê bikar tînin û difiroşin li cihê xwe ne. Di nava HTŞê de jî cih digirin. Bi hişbirê xwe fînanse dikin. Bi pereyê hişbirê fonê leşkerên xwe didin. Li hundir rewş xerab e. Lê li derve xweşik nîşan didin. Çapemeniya Siûdî, NATO û Tirkiye tev ji bo xweşikbûna HTŞê dixebite. Hemû hewldan ji bo berjewendiyên Îsraîlê û parastina Îsraîlê ye.
Îsraîl dixwaze ku hêzeke di kontrola wê de li ser hikûmeta Şamê be. Ji ber vê yekê HTŞ ji lîsteya terorê derxistin û Ahmet El Şera ji lîsteya terorîstan derxistin. Hêzên Navneteweyî li ser esasê berjewendiya Îsraîlê bi HTŞê re di têkiliyê de ne. Lê HTŞ heta kengî dê li ser desthilatdariyê be ne diyar e. Lê dema gel birçî bû çawa desthilatiya Şamê da erdê, dê karibe hikûmeta HTŞê jî dîne erdê. Eger HTŞ bi vê hişmendiyê tev bigere, dê nikaribe li ser desthilatiyê be.”













