Amed – Lîstikvanê fîlmê “Cîran” Îsmaîl Zagros ê ji Almanyayê tev li Festîvala Fîlman a Amedê bûye diyar kir ku fîlmê wan bale dikişîne ser polîtîkayên asîmîlasyonê û destnîşan kir ku peywîra hunermendan ew e ku êşa di dilê gelê xwe de derman bike.
Festîvala Fîlman a Amedê ya 3yemîn, bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi organîzasyona Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê ve bi dirûşma “Dinya bi çîrokan tê ba hev” tê lidarxistin. Di festîvalê de hem kurtefîlm hem fîlmên metrajdirêj û hem jî belgefîlm hene. Her wiha fîlmên cûr bi cûr hene. Yek ji van fîlman jî fîlmê bi navê “Cîran” ku derhêneriya wî Mano Xelîl dike ye. Di sînopsîsa fîlmê de “Li gundekî biçûk yê nêzîkî ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê Şêroyê biçûk cara ewil diçe dibistanê henekan dike û ji bo ku fîlmên kartonî temaşe bike xeyala bidestxistina televîzyonê dike.
Ji bo dostên qedirgiran yên malbata xwe her şemiyan ronahiyên şebbatê vedixwe. Le her wiha Şêro tecrubeya hindê jî dike ku kesên navsere yên derdora wî bi despotizm, tundî û netewperestiyê her ku diçe zêdetir tên binpêkirin. Fîlm bi şêwaza qerf û îroniyeke zirav, behsa hereketên nerm yên zarokatiyekê dike ku tê de hem dîktatorî hem jî dramaya reş heye.”
Fîlm dê îro saet di 20.00an de li Eywana Sînemayê ya Ceylan AVMyê bê nîşandan.
Lîstikvanê fîlmê Îsmaîl Zagros ku niha li bajarê Kolnê yê Almanyayê dijî û tev li festîvalê bûye, têkildarî naveroka fîlmî û polîtîkayên asîmîlasyonê ji ajansa me re axivî.

‘Min xwest li dijî asîmîlasyonê tiştekê bikim’
Îsmaîl Zagros bal kişand ku li her çar aliyê Kurdistanê asîmîlayoneke profesyonel pêk hatiye û wiha got: “Ez heta 12 saliya xwe li Dîlokê dijiyam. Di fîlm de çi bi serê Şero hat heman tişt bi serê min jî hatin. Ji ber vê yekê fîlm tiştekê dîrokî ye. Min jî xwest li dijî vê pergalê, vê asîmîlasyonê weke Kurdên me yên welatparêz tiştekî bikim. Min jî ev yek bi lîstikvaniya xwe anî ser ziman. Di fîlmê ‘Cîran’ de jî ev baş tê xuyakirin. Bi rêya katarsîsê em êşa di dilê gelê xwe yê Kurd de derman dikin.”
‘Bedena me li Duhokê bû lê mejiyê me li Rojava bû’
Îsmaîl Zagros derbarê kişandina fîlmî de ev agahî dan: “Ji ber li Rojava şer hebû me fîlm li bajarê Duhokê yê Başûr kişand. Derfet tune bû ku em fîlmî li Rojava bikişînin. Axa her çar parçeyê Kurdistanê weke hev e. Bedena me li Duhokê bû lê mejiyê me li Rojava bû. Çîrok çar sal beriya niha çêbûye. Lê tiştek nehatiye guhertin. Gava me fîlm çêdikir jî me bi hêzeke berxwedanî da fîlm û tişteke baş jî derket holê. Heya niha fîlmî di cîhanê de zêdetirî 70 xelat girtine û heta niha beşdarî 300 festîvalên fîlman bûye. Ji bo min şansekî pir mezin e ku min kek Mano Xelîl nas kir û em bi hev re fîlman çêdikin. Di demekî nêzîk de me fîlmekî nû çêkir ev fîlmê sêyemîn e û niha di post produksiyonê de ye.”
‘Festîval bi bandor û bi wate ye’
Îsmaîl Zagros hestên xwe yên têkildarî festîvalê jî wiha anî ziman: “Bandor û wateya festîvalê gelekî kûr e û pêwîst e jî. Tişteke pir taybet e ji ber ku çand tişteke pir muhîm e. Cara yekemîn e ez têm vê derê, di festîvalê de ji destpêkê heta niha her tişt pir profesyonel e. Fîlmên ku beşdar bûne, karker û xebatkarên vê derê… Ewqas ji dil hatiye çêkirin ku hêzê dide me. Hêzê dide min ku ez lîstikvaniya xwe zêdetir baş bikim. Di zêdetir fîlman de bilîzim. Em çanda xwe û şaristaniya xwe biparêzin. Di fîlmê de şaristaniya Kurdan jî tê nîşandan. Ji bo vê yekê ez gelek gelek dilşad im.”
‘Divê hunermend êşa di dilê gelê xwe de derman bike’
Îsmaîl Zagros di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Armanca hunermendan ew e ku êşa di dilê gelê xwe de kêm bikin, derman bikin. Ew jî dibe. Sînemaya Kurdî ava dibe, gelê me tê fîlman temaşe dike.”











