Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişeke esmanî ya li başûrê Libnanê pêk hat de fermandarekî Hîzbullahê hat kuştin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê yê bi zimanê Erebî Avichay Adraee diyar kir ku êriş roja Şemiyê li herêma Majdel Selmê pêk hatiye.
Li gorî daxuyaniyê, di êrişê de tevî Ebû Xelîl Burcî ku wekî fermandarê hêzên taybet ê yekîneya el-Radwan a Hîzbullahê tê naskirin, du mîlîtanên din jî pêre hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku Burcî di salên dawî de di vê yekîneyê de cih girtiye û beriya mirina xwe, rêveberiya hêzên taybet ên berpirsiyarê plankirin û birêvebirina operasyonên li dijî hêzên Îsraîlê dikir.
Li aliyê din hate ragihandin ku Hîzbullah li dijî operasyonên bejayî yên Îsraîlê, bi taybetî li herêmên Hiyam, Taybe û Naqûrayê berxwedana xwe didomîne.
Di êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê de hejmara miriyan her ku diçe zêde dibe.
Li gorî agahiyên dawî yên ku êvara Şemiyê hatine parvekirin, di êrîşan de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 1024an û hejmara birîndaran jî gihiştiye 2740 kesî.













